Li Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan welatiyî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, ji bo bibîranîna Endamê Konseya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Heval Helmet) û du hevalên wî yên pê re şehîd bûn, Şahîn û Dewran pêr merasîmek hat lidarxistin.
Li ser navê Malbata Xerîb, xwîşka wî Lave Xerîb peyama malbatê pêşkêş kir. Di peyamê de hate gotin, “Em bi rêzdarî Şehîd Diyar Xerîb û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Rêbaz û têkoşîna heval Helmet, rêya azadiya Kurdistanê ye. Em dixwazin ku her kes li ser rêbaza heval Helmet xebatên xwe bidomîne û rêya azadiyê zêdetir geş bike.”
Helbestên ji bo Diyar Xerîb
Piştre peyama KCK’ê ya bi minasebeta salvegera 2’emîn a şehîdbûna Diyar Xerîb û her du hevalên pê re hate xwendin.
Gelek helbestvanan ku di nava wan de kurê helbestvanê navdar Şêrko Bêkes, Helo Bêkes jî hebû, derketin ser dikê û helbestên ji bo Diyar Xerîb amade kiribûn, pêşkêş kirin.
SILÊMANÎ