Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Metîna, Zap û Avaşînê, gelê Kurd û dostên wî li gelek welatên Ewrûpayê daketin meydanê.
VÎYANA
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, çalakî bi pêşengiya Têkojin û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li pêşiya parlamena li Volkstheaterê hate kirin. Kurd û dostên wan tevlî çalakiyê bûn û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.
OREBRO
Kurdistaniyên li bajarê Swêdê Orebroyê daketin qadan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê protesto kirin. Axaftvanan diyar kir ku gelê Kurd wê bi yek helwêstê heta dawiyê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bide.
STOCKHOLM
Kurdên li paytexta Swêdê Stockholmê jî pêr li qada Sergels Torg a Stockholmê hatin gel hev, banga berxwedanê kirin û diyar kirin ku divê gelê Kurd û dostên wan li hemberî van êrişên dagirker dengê xwe bilind bikin.
HAMBURG
Li bajarê Elmanyayê Hamburgê jî bi çalakiyekê êriş hate protestokirin. Elman jî tevlî çalakiya li ber Rote Flora ya li semta Sternschanzeyê bûn. Di çalakiyê de aktivîst û nivîskara jin Anja Flach êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kir.
DUSSELDORF
Li paytexta NRW’yê Dusseldorfê, êrişên dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin. Çalakî diyarî Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim hate kirin, ê ku di êrîşa hewayî de şehîd bûbû. Çalakiyê pêr li pêşiya DGB Haûsê dest pê kir. Kurdên li Dusseldorf, Koln, Bonn û Aachenê û endamên Alinterî, Yaşanacak Dunya, AGÎF, Zola û SKB’ê tevlî meşê bûn. Di meşê de pankartên ‘Vî şerê qirêj a ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dimeşîne, bidin sekinandin’, ‘Dawî li qirkirinan bînin, ‘Em ê Sînan Dêrsim ji bîr nekin’ hate hildan.
MARSÎLYA
Kurdistanî û Fransiyên li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê bi çalakiyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. Di çalakiyê de wekî din hat xwetsin ku PKK ji “Lîsteya rêxistinê terorê ya YE”‘yê bê derxistin; ji bo vê jî kampanyayek hate destpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN