Xelkê Şengalê şehîdên xwe bibîranîn

Şemî 8 Adar 2025 - 03:35

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û malbatên şehîdan, bi boneya rasthatina 8’ê Adarê û ji bo bîranîna şehîdên jin ên di oxira Şengaleke azad û xweser de canê xwe fedakirine, serdana şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan kirin. Civaka Êzidî û bi taybet jî dayîk û jinên Êzidî hebûna xwe deyndarê bi bi sedan şehîdan dibînin û di her boneyekî de birêzdarî bibîrtînin û dilsoziya xwe ya bi wan re nû dikin. Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan a Serdeşta çiyayê Şengalê, bi dehan şehîdên jin ê şervan û gerîla ên ji her çar parçeyên Kurdistanê hene. Ev şervan û gerîlayên jin ên di dema fermanê û pêvajoya piştre de di encama êrişên DAIŞ, PDK û dewleta Tirk de şehîd bûne. Jinên Êzidî asta îro gihîştinê, destkeftiyên xwe û azadiya li Şengalê weke berhema ked û fedekariya mezin a şehîdan dibînin. Lewma di her boneyekî de berê pêşîn şehîdan bibîrtînin, paşê dest bi boneyên xwe dikin.

Bi boneya hatina 8’ê Adarê saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan serdana şehîdgehê kirin, bi rêûresmên Êzdayetî wan bibîranîn û gul danîn ser gorên şehîdan.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.