Xelkê malbata şehîd Azad tenê nehişt 

Yekşem 3 Kanûn 2023 - 15:36

Malbata şehîd Azad Zagros (Azad Satilmiş) ji bo kurê xwe şîn danî. Dewleta Tirk a dagirker cenazeyê şehîdî di qutiyeke qartonê de radestî malbata wî kiribû. Xelkê malbat tenê nehişt û girseyî çû serdana malbatê û sersaxî jê re xwest.

Endama YJA Starê Axîn Seydo (Menfiyat Elçîçek) û endamê HPG’ê Azad Zagros (Azad Satilmiş) 14’ê îlona 2018’an li gundewarê Çiyayê Katoyê Marînosê yê li Colemêrgê şehîd bûn. Piştî bi salan cenazeyên wan di qutiyên qarton de radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Axîn Seydo li Hezexê û yê şehîd Azad jî li gundê Reşka yê Qelqeliya Wanê hat definkirin.

Ji bo şehîd Azad, li Taxa Îskele ya navçeya Tûşba ya Wanê, malbatê şîn danî. Endamên MEBYA-DER, TJA, Dayikên Aştiyê, TUHAY-DER, DBP, Parlamentera HEDEP’ê Gulderen Varli û endamên Meclisa Ciwanan bi girseyî çûn serdana şîna şehîd Azad.

Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Wanê, Enver Taş di serdanê de sersaxî ji malbatê xwest û got: “Em ê li ser şopa kesên ji bo Kurdistanê têkoşiyayîn bin.” Hevseroka DBP’a Wanê Şengul Polat jî sersaxî xwest û got, wan ji bo bidawîkirina zilma li ser gelê Kurd li ber xwe daye û canê xwe feda kirine.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.