OMER AKIN/MA/BEDLÎS

 

Li gundên Xûlepûr û Kekulan ên ser bi navçeya Xîzana Bedlîsê, di 2'yê Tîrmehê de dewleta Tirk qedexeya derketina derve ragihandibû û piştî wê dest bi êrişan kiribû.  

Qedexe di 15'ê Tîrmehê de li herêmê hatibû dubarekirin û hê jî didome. Piştî qedexeyê herêm bi rojane tê bombekirin. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Bedlîsê, Semra Çaglar Gokalp û Huseyîn Olan jî di navê de şandeyek çû gundên bi rojan e ketine ber êrişan û derbarê qedexeyê û êrişan de agahî ji welatiyan wergirtin. 

Qedexeya derketina derve li 10 gundan heye, lê tevgera leşkerî herî zêde li gundê Xûlepûrê heye. Semra Çaglar Gokalp diyar kir ku ketina wan a gund bi hinceta "operasyona leşkerî" hatiye astengkirin û got, piştî vê tavilê "herêma ewlehiyê ya taybet" hatiye ragihandin. Gokalp da zanîn ku di 16'ê Tîrmehê de wan li gundan hin lêkolîn kirine û bi gel re peyivîne û got, zirareke mezin kirine li zeviyên gundiyan: "Hem darên wan hatine birrîn hem jî zeviyên wan hatine talankirin." 

 Gokalp diyar kir ku li herêmê amadekariyên avakirina binkeya leşkerî tê kirin û got, "Ji bo binkeyên ku berê li wir hatine çêkirin, herêmê baş bibînin darên li gelî bi temamî hatine birrîn. Herêm di bin navê operasyonê de hatiye talankirin. Me dît ku bi vî awayî qadên jiyanê yên welatiyan tên tengkirin. Ji lewre fotokapan li herêmê hatine bicihkirin. Mirov ji ber van gefan nikarin tevbigerin.

Xelkê li herêmê pirr bi fikar e. Herêm bêserûber tê bombekirin. Hin bombe neteqiyane. Ew bombe li qadê ne û gelekî xeter in.

Pirraniya gundiyên Xîzanê piştgiriyê didin Partiya Çep a Kesk. Li herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Ji taybetmendiyeke sereke ya vê polîtîkaya şer jî xalîkirina herêmê ye. Wextekê çawa mirov ji gundan ber bi bajaran ve dihatin koçkirin niha jî heman tiştî dikin.”