SELAM KÊRWAN / ANHA / TEBQA
Parastina berhemên çandiniyê çandeke civakî ya kevn a cotkarên Tebqayê ye, mîna herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî gihandina berheman, cotkar bi şev û roj bi awayekî komî nobetdariya berhemên xwe dikin, da ku berhemên xwe ji dizî, çêrandin û şewatê biparêzin.
Cotkar Ehmed El Şêx ê ji Tebqayê li ser mijarê got, "Me alavên xwe yên çandiniyê û stêrên avê ji bo alîkarîdayîna di rewşeke awarte de, amade kirine. Parastin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandeke civakî ye û parastina berheman pirr girîng e."
Ehmed El Şêx diyar kir ku parastina berheman ne tenê berpirsyariya aliyên ewlehî û leşkerî ye, erka yekemîn a cotkaran e. El Şêx destnîşan kir ku divê herkes di parastina berhemên xwe de bi şev û roj hevkariyê bike.
Em ji bo parastinê amade ne
Li kêleka tedbîrên şêniyên Tebqayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê jî şaneyeke krîzê ji bo parastina berheman ji şewatan, ava kir. 3 nuqte li gundewarên Tebqayê ava kirin. Di her nuqteyekê de wesayîteke agirkujiyê, traktorên ji bo alîkariya vemirandina şewatan hene.
Têkildarî mijarê, endamê rêveber ê Foca Agirkujiyê ya Tebqayê Îsmaîl El Mebrok got, "Dema rewşeke awarte çêbe nuqteyên me yên li Tebqayê amade ne."
El Mebrok got, di navbera wan û xelkê de ji bo parastina berheman ji şewatan, hevkariyeke xurt heye.