EBDULXENÎ EL HAMAN / ANHA / HESEKÊ
Ji destpêka mewsima çinînê ve xelkê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi xwespartina li rêgeza xweparastinê di seferberiyê de ne. Xelk ji bo parastina zeviyan, li ser rêyên giştî nobetê digirin, ajokaran hişyar dikin ku dûvikên çixareyan nevêjin nav zeviyan û motor û eştmanên wesayîtên xwe temîr bikin da ku agir bi zeviyan nekeve. Her wiha ew di rewşên şewatê de destekê didin tîmên awarte û yên agirkuj. Di vê mewsimê de gelek şewat ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li eniyên şer ên Til Temir hatin çêkirin. Lê tîmên awarte û yên agirkujiyê ew agir vemirandin. Îsmaîl Cedû El Rehîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina herêmê ve, bi rêya ajanên xwe kargehên sereke û navendên xizmetguzariyê yên herêmê hedef digirin û agir bi zeviyên cotkaran dixin û got:"Xelkê bajêr berî mewsima çinînê bi komînan re civiyan da ku tedbîrên xwe bigrin. Her wiha HPCˊê li ser rêyên sereke û nesereke nobetê digirin." El Rehîl diyar kir ku wan ajokarên erebe û matorsiklêtan hişyar kir ku dûvikên çixareyan nevêjin nav zeviyan û ser rêyan. Kesên dilxwaz ên ku derdikevin nobedariyê, di dema çêbûna şewatan de yekser agahiyê didin komîteyên awarte yên bajêr û ji bo vemirandina agir destekê didin.