Xelk wê deverên dagirkirî rizgar bike

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • “Xelkê herêma Efrînê dê ji qonaxa parastinê derbasî qonaxa rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bibe. Her êrişa li dijî şêniyên Efrînê, dê bibe sedema berxwedaneke mezin û rizgarkirina Efrînê.”

ALAN REŞÎD / ANHA/ŞEHBA

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso destnîşan kir ku şêniyên Efrînê yên koçber ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dipejirînin û got: “Xelk dê ji qonaxa parastinê derbasî qonaxa rizgarkirina deverên dagirkirî bibe.” 

Bi  zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan re, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilayê Sûriyê di 6’ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserî herêmê ragihand.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê, Mihemed Naso têkildarî armancên dewleta Tirk, ragihandina rewşa awarte, tedbîrên ji bo têkbirina êrişan û rizgarkirina deverên dagirkirî, axivî.

Mihemed Naso wiha anî ziman: “Piştî êrişeke hovane li ser kantona Efrînê ku dewletên cîhanê çavên xwe lê girtin, her wiha piştî pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên Efrînê û koçberkirina wan, hê jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di êriş û pêkanîna komkujiyan li dijî me dewam dikin. Di dema dawî de, nexasim piştî gefên serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan ku dê êrişeke nû li ser herêmê pêk bîne, artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku li gundên derdora kantona Şehbayê bi cih bûne bajarê Til Rifet û gundewarê wê dikin hedef, Li hember wan gefan berxwedaneke mezin a xelkê heye. Lê ev yek di nava bêdengiya bi şik a civaka navneteweyî û dewletên garantor ên li hember van gefan tê kirin."

Her kes amade ye

Têkildarî rewşa awarte ya ku li herêmê hatiye ragihandin, Mihemed Naso got, Rêveberiya Xweser ji bo parastina destketiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rojane rastî êrişên hovane û yên bi dronan tê, rewşa awarte ragihand.

Mihemed Naso di dewamê de got, “Tevî dorpêç û topbarana rojane jî, em wek xelkê herêma Efrînê bi Kurd, Ereb û Tirkmenên xwe ji komîn heta bi meclisan, amade ne li hember van êrişan bisekinin.”

Mihemed Naso di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku xelkê herêma Efrînê dê ji qonaxa parastinê derbasî qonaxa rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bibe. Wî got, her êrişa li dijî şêniyên Efrînê, dê bibe sedema berxwedaneke mezin û rizgarkirina Efrînê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.