Xelk piştgirî dide operasyonê
Çarşem 13 Mijdar 2024 - 02:15
Operasyona "Ewlehiya Domdar" ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD û YPJ’ê ve di 6'ê Mijdarê de ji bo lêgerîna kampa Holê û derdora wê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 8’an de berdewam dike. Di çarçoveya lêgerîna li beşa pêncemîn a kampê de, hêzên operasyonê gelek bombeyên destan û hin sembolên çeteyên DAIŞ'ê dîtin. Di encama operasyonê de heya niha zêdetirî 84 çete hatine girtin. Şêniyên bajarê Holê spasiya hêzên operasyonê kir û piştgiriya xwe ji wan re nîşan da.
Welîd Xalid Hisên da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfet da çeteyên DAIŞˈê ku li herêmê tevbigerin û êrişî hêzên ewlehiyê yên li derdora kampa Holê bikin. Welîd Xalid bal bire ser girîngiya Operasyona Ewlehiya Domdar jî û got, operasyona bi armanca paqijkirina kampa Holê û herêmê ji şaneyên çeteyên DAIŞˈê û mîsogerkirina ewlehiya wê di wexteke guncaw de dest pê kir.
Zerîfe Salih Mihemed jî îşaret pê kir ku bi gûrbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞˈê zêde bûn.
Zerîfe diyar kir ku lidarxistina Operasyona Ewlehiya Domdar pêwîstiyek bû û da zanîn ku operasyon ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramiya bajarê Holê û kamp û gundewarê û ji bo tunekirina şaneyên çeteyan dest pê kir.
Silêman Mihemed Qemer jî bal bire ser xetereya malbatên çeteyên DAIŞˈê yên li Holê û got:"Êrişên dewleta Tirk a dagirker bû sedema ku şaneyên çeteyên DAIŞˈê tevgerên xwe zêdetir bikin. Operasyona Ewlehiya Domdar jî bi armanca bidawîkirina xetereya van şaneyan hat destpêkirin." Silêman Qemer piştrast kir ku şêniyên bajarê Holê piştgiriyê didin operasyonê.
Di dema xwe de pêk hat
Hevseroka rêveberiya kampa Holê Cîhan Henan der barê mijarê de diyar kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar li ser daxwaza gelê herêmê pêk hat. Cîhan Henan amaje bi wê yekê jî kir ku di dema dawî de çeteyên DAIŞ’ê hewl da li ser rêya Hesekê û Holê, êrişî şîrketên ku li kampa Holê dixebitin, bikin.
Cîhan Henan destnîşan kir ku operasyon heta niha di hundirê kampê de encamên girîng bi dest xistine; girtina hin çeteyên ku zor li şêniyên kampê dikirin, dîtina termê jinekê, her wiha dîtina tunel, çek, amûr û alavên ku li kampê di destê malbatên çeteyên DAIŞ`ê de bûn. Cîhanê diyar kir ku di dema operasyonê de xebatên rêveberiya kampê ranewestiyan û ew hewil didin hemû xizmetên pêwîst ji malbatan re pêşkêş bikin û da zanîn ku di navbera hêzên operasyonê û tîmên xebatê yên kampê de hevkarî heye.
ANHA