Xelk diçe serdanê

Sêşem 23 Sibat 2021 - 01:26

Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzîdxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 84’ yan de didome. Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzîdxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 84’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Endamê Meclîsa Xanesorê Hecî Îdo da zanîn ku heya niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bersivek ji bo wan nehatiye dayîn û got; “Asayişa Êzîdxanê, YBŞ’ û YJŞ’ hemû zarokên Êzîdiyan in. Em ê ji bo îrade û xweseriya xwe heta dawiyê liberxwe bidin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.