Nobeta xelkê Şengalê ya li ber Asayîşa Êzîdxanê ku bi dirûşma "Em hemû asayîş in" tê lidarxistin, di roja 20’an de ye. 

Piştî ku rêveberiya Bexdayê û hukûmeta Hewlêrê li hev kirin, artêşa Iraqê dest li Şengalê werda û xelkê Şengalê ji bo xwedîderketina li saziyên xwe yên xwerêveberî û xweparastinê zend û bend ba da.

Bi vê armancê di 1'ê Kanûnê de li pêşiya Navenda Asayîşa Êzîdxanê dest bi çalakiya nobetê kir. Çalakiya ku bi dirûşma "Em hemû asayîş in" dest pê kir û weke berxwedana rûmetê tê binavkirin 20 roj in bênavber dewam dike.

Nûnerên Sazî û Meclîsa Xwerêveberiyê ya Şengalê tevî şêniyên herêmê li binê konê berxwedanê, nobetê digirin. Xelkê Şengalê yê ji navçe, bajarok û gundan jî her roj serdana nobedaran dikin û piştgiriyê didin çalakiyê. Endamê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) Heyder Şengalî têkildarî çalakiyê ji Rojnewsê re axivî û got, "Asayîşa me hebûn û rûmeta Êzidxanê ye. Em ji gelê xwe dixwazin ku li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê hîn bi xurtî li ber xwe bidin."

ANF/ŞENGAL