Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzîdxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 13’yan de ji aliyê koma Xanesorê ve dewam dike. Tê payîn heyetek ji Wezareta Karê Hundir a Iraqê û rayedarên hikumetê serdana çalakvanan bike.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Wezîrê Hundir ê Iraqê Osman Xanmî doh li gel şandekê çû Şengalê û li gel Rêvebertiya Polîsên Şengalê civiya. Bi awayekî fermî armanca serdana Wezîrê Hundir ê Iraqê Osman Xanmî nehatiye eşkerekirin û bernameya wî nehatiye diyarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN