Xelkê Şengalê li dijî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, 22 roj in li pêşiya Asayîşa Êzîdxanê nobedê digire. 

Nobeta li ber Asayîşa Êzîdxanê di roja 22ʼan de ye. Çalakî bi dirûşma ”Em hemû asayîş in” pêk tê û nûnerên meclîs û saziyên sivîl ên Şengalê tevlî bûne.
Ji navçe, bajarok û gundên Şengalê jî xelkê herêmê serdana konê çalakiyê dikin.

Berdevkê Kordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê Cercur Cemîl û Malbata Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr (Hesen Dûtar) ku di 14’yê Kanûnê de ji ber sekteya dil jiyana xwe ji dest dabû, çûn serdana konê berxwedanê yê li pêşiya Asayîşa Êzîdxanê hatiye vegirtin.

ROJNEWS/ŞENGAL