Xelatên şanoyê li Rojava 

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Nîsan 2021 - 01:05

Mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ku li Rojavayê Kurdistanê çêdibû, bi dawî bû. Her wiha kesên di mîhrîcanê de bi ser ketin, hatin xelatkirin.  

Mîhrîcan, 27’ê Adarê de dest pê kiribû û diviyabû doh bi dawî bibe bes ji ber tevdîrên koronayê pêr bi dawî bû. Roja dawiyê mîhrîcan bi pêşandana şanoya "Veger" dest pê kir. Her wiha Koma Efrîn lîstika ”Afrinerên Hêviyê" û komek ji Reqayê jî şanoyeke gelêrî bi navê "Angaşta Siyê" pêşkêş kir.Paşê jî Koma Botan mûzîk û stran pêşkêş kirin.

Li ser jiyana şehîd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) sînevîzyonek hatibû hazirkirin. Piştî sînevîzyon bi dawî bû, komîteya nirxandinê ya taybet bi mîhrîcanê 3 teqdîrname da Himêdî El-Ebosî ji bo şanoya "Madeya Sêyem", Hêlîn Selîm ji bo şanoya "Aştî di baskên teyran de ye" û koma Tolhildan a Xweser ji bo şanoya "Qêrîn".

Şanonameya ya herî baş 

Lîstika "Rihên şewitî" weke şanonameya herî baş hate xelatkirin. Xelata herî baş ji bo amadekirina şanogerê şanoya "Madeya Sêyem" hat dayîn û xelata herî baş a sînografîkê ji bo şanoya "Aştî di baskên teyran de ye" hate dayîn.

Lîstikvanen herî baş 

Hêvîdar Şêx Seidon xelata lîstakvana herî baş stend ku di şanoya "Venasîn" de lîstibû. Rabîn Hesen Kilkawî xelata lîstokvanê herî baş ê mêr wergirt ku di şanoya "Rihên Şewitî" de lîstibû.

Mihemed Resûl li ser şanoya "Venasîn", xelata derhunerê herî baş wergirt û şanoya "Qamimeqamê nû" xelata şanoya ku herî baş hatiye pêşandan wergirt.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.