Xelatên rojnamevaniyê yên Apê Mûsa

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Miracaetên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ya 29’an dest pê kirin. 

Miracaetên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ya 29’an dest pê kirin. Xelat wê di 5 beşan de werin dayîn û encamên wê di 18’ê Îlonê de bên eşkerakirin. 

Rojnameya Yenî Yaşamê vê pêşbirkê organîze dike. Pêşbirk ji zimanên Kurdî û Tirkî û ji beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêne” “wêneyên nûçeyan”, “karîkatûr” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî “Rojnamevaniya Jinê” pêk tê. 

Her beşdar dikare tenê di beşekê de û tenê bi berhemekê tev li pêşbirkê bibe. Miracatên ji bo xelatan di 10’ê Îlonê de bi dawî dibin.

Endamên jûriyê yên îsal wiha ne;

Jûriya Nûçeyên Tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Farûk Eren, Îbrahîm Varli û Huseyîn Aykol. 

Jûriya Nûçeyên Kurdî: Leyla Ayaz, Kadrî Esen, Sûna Tunç, Bêrîtan Zagros û Ramazan Olçen. 

Jûriyên Rojnamevaniya Jinê: Habîbe Eren, Pinar Ural, Bîrcan Degîrmencî, Ceren Sozerî û Elîf Akgul.

Jûriya Wêneyan: Çetîn Altûn, Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Nezahat Dogan û Refîk Tekîn.

Jûriya Karîkatûrê: Îmam Cîcî, Sefer Selvî û Asli Alpar

Ji bo şandina dosyayan navnîşan li jêr in;

e-posta: yeniyasamgazetesi@gmail.com

Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90

Navnîşan: Şehit Muhtar Mahallesi Bekar Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.