Xelat dan Şeva Xîzê

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Çile 2021 - 03:57

  •  “Şeva Xîzê” di Festîvala Filman a Serbixwe a Berlînê de xelata “Belgefilma herî baş“  wergirt.

Belgefilma derhêner Ali Ergul a bi navê “Şeva Xîzê” di Festîvala Filman a Serbixwe a Berlînê de xelata “Belgefilma herî baş“  wergirt. Ali Ergul di belgefilmê de balê dibe ser jiyana karkerên bi nexweşiya silîkozîsê ketî. 

Ergul bi filma xwe li jiyana nexweşên Silîkozîsê yên li gundê Çirikê dinihêre. Çirik gundekî ser bi Kanîreşa Çewlîgê ye. Ergul gava behsa belgefilma xwe dike dibêje, “Filma me behsa wan kedkaran dike ku di xîzê de difetisin û tên veşartin.” 

Ali Ergul 7´ê Gulana 1981’ê li gundê Mêrîna yê ser bi Êlihê hatiye dinê. Sala 2005´an ji beşa civaknasiyê ya zanîngeha Dîcle mezûn bûye. Sala 2004-2005´an xebatên li ser Zarokên di Tehlûkê de çêkirin. Heman çaxî di Komeleya bi Zarokan re di bin heman Banî de (ÇAÇA-DER) weke xwebexş û rêveber cihê xwe girt. Ji sala 2008´an û pê ve di belgefilmên ji bo kanalên televizyonê yên cihê de weke koordînator û derhêîner cihê xwe girt. Weke beşek ji têkoşîna li dijî Bendava Ilisuyê ya ku Heskîf û gelek deverên din di bin avê de hiştin, wê belgefilma bi navê “Mirina Avê” çêkir. Wî wekî din filma “1,5 Metre / Mafê jiyanê yê bisiklêtvanan di trafîkê de” jî çêkiriye.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.