Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Di beşa nûçeyên bi Kurdî, bi Tirkî û jinê de Ajansa Mezopotamyayê hêjayî xelatan hat dîtin.
Rojnameya Yenî Yaşamê, Pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad a 27´an li dar xist û xelatgir jî diyar bûn. Xelat di beşên “Nûçeyên bi Kurdî”, “Nûçeyên bi Tirkî”, “Wêne”, “Karîkatûr” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz “Nûçegihaniya Jin” hatin dayîn.
Di beşa “Nûçeya bi Tirkî” de nûçegihanê me Erdogan Alayûmat bi nûçeya xwe ya “261 cenaze li peyarêyê hatin veşartin” bi ser ket û hêjayî xelatê hat dîtin. Alayûmat derxistibû holê ku cenazeyên ji Goristana Xerzana Bedlîsê hatibûn derxistin û li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatibûn veşartin.
Di beşa “Xelata Jûriyê uaTaybet a Nûçeya bi Tirkî” de jî nûçeya “Bi şîfreya rêwî penaber veguhezandin mirinê” ya rojnamevan Ercument Akdenîz hêjayî xelatê hat dîtin. Akdenîz derbarê hûrgiliyên keştiya penaberan ku li Gola Wanê noqî avê bûbû, çêkiribû.
MA û Jinnews
Di beşa “Nûçeya bi Kurdî” de jî du nûçe hêjayî xelatê hatin dîtin. Nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya “Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT’ê ji malbatê re şandin” a nûçegihanên me Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme û her wiha nûçeya “Me xwe gihand nameya Î.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kir” a nûçegihana JINNEWS’ê Medya Uren, hêjayî xelatê hatin dîtin.
Yukler xelat wergirt
Di beşa “Nûçegihana Jin a Gurbetellî Ersoz” de jî ji Rojnameya Karinca, Sîbel Yukler bi nûçeya xwe ya “Polîsan adeta Emîne Bûlût sûcdar kiriye” hêjayî xelatê hat dîtin. Yukler bi nûçeya xwe bal kişandibû ser tundî, kuştin, destdirêjî, gef û binpêkirinên mafan ên jinan.
Di beşa “Xelata Jûriyê ya Taybet a Nûçegihaniya Jin” de jî nûçeya “Dayika ku bû şahidê mirina keça xwe ya bûyî mexdûrê destdirêjiyê” a nûçegihana MA´yê Arjîn Dîlek Oncel hêjayî xelatê hat dîtin.
Wêneyên Kuray û Erdogan xelat wergirtin
Di beşa “Wêne” de jî du wêne hêjayî xelatê hat dîtin. Wêneyê “Dorpêç”ê ku rojnamevan Zeynep Kuray girtibû bû yekemîn. Di vî wêneyî de parlementerên HDP’ê di dorpêça polîsan de bûn û belavok didan xelkê.
Her wiha wêneyê bi navê “Wêneyê Tirkiyê” yê rojnamevan Fatoş Erdogan ku merasîma cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk girtibû jî hêjayî xelatê hat dîtin.
Wêneyê “Heskîf” ê rojnamevan Seda Taşkin jî ji bo beşa “Xelata Jûriyê ya Taybet” hêjayî xelatê hat dîtin.
Karîkatura Tirkiyeyê jî xelat wergirt
Di beşa “Karîkatur”ê de jî karîkaturîst Beşîr Geroglû hêjayî xelatê hat dîtin. Karîkaturîst Kiymet Guven jî hêjayî “Xelata Jûriyê ya Taybet” hat dîtin.
MA/STENBOL