• Nathalia Benavides: Ocalan, di meseleya Kurd de ne şexsek e, ew temsîla tevahiya miletê Kurd e. Helbet em dixwazin ew azad bibe. Şermek e ku ew ji 1999’an ve dîl e. Ji bo me weke mirovên aktîvîst û înternasyonalîst jî erkek e ku em ji bo azadiya wî bixebitin.

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

Nathalia Benavides înternasyonalîsteke ji Arjantînê ye û halê hazir nexasim jî ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re têra xwe çalak e. Ew di nava Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya Jinan a Arjantînê de dixebite. Nathalia ne tenê karê piştgiriyê dikin, lê belê karê nexasim jî perwerdeya jineolojiyê jî dikin. Elaqeya wan bêhtir li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê ye. Ew beşdarî Kampanyaya Azadî ji Ocalan re ya navneteweyî dibe û yek ji aktîvîstên çalakiya keştiyê ya par a ji Atîna ber bi Romayê ve bû. Ew dibêje, azadiya Ocalan ne elaqedarî Ocalan tenê ye, lê elaqedarî azadiya tevahiya miletê Kurd e. Em pê re li ser xebatên komîteya wan a li Arjantînê peyivîn.

Di çarçoveya xebatên Azadî ji Ocalan re tu li Ewrûpayê yî, çima li Arjantînê tu doza azadiya Ocalan dikî?

Ji ber ku Ocalan, di meseleya Kurd de ne şexsek e, ew temsîla tevahiya miletê Kurd e. Helbet em dixwazin ew azad bibe. Ji ber ku şermek e ku ew ji 1999’an ve dîl e. Ev nabe ku bê qebûlkirin. Ji bo me weke mirovên aktîvîst û înternasyonalîst jî erkek e ku em ji bo azadiya wî bixebitin. Ne tenê girtîbûna wî, lê şertên tê de girtî jî şermek in ji bo tevahiya civaka navneteweyî. Ji ber berjewendiyên xwe, ti hikûmet tiştekî nake. Encamên vê yên pirr trajîk ji bo tevahiya miletê Kurd hene. Ji ber wê muhim e mirov eşkere bibêje, ka çima divê Ocalan fizîkî bê azadkirin. Li Emerîkaya Latîn divê em bibêjin, Ocalan kî ye, Kurd kî ne, çima divê Ocalan bê azadkirin. Yanî bi rastî jî em ji sifirê dest pê dikin.

Yanî karê piştgiriyê yê komîteyê bêhtir xebatên agahdarkirinê ne li ser Kurdan. Ev xebateke çawa ye?

Ez timî aktîvîstek bûm, nexasim di meseleya mafê mirovan de. Elaqeya wê belkî jî bi serpêhatiya min a şexsî re jî hebe. Ji ber ku birayê min şehîd e. Em bi rêxistinên gelêrî yên çepgir re kar dikin, lê em xwe bi wan sînordar nakin. Rengê xebata me bi agahiya koma em pê re kar dikin a li ser Kurdan diyar dibe. Mesela hin kom hene ji binî ve elaqedar in û em bi wan re xebateke bêhtir îdeolojîk dikin. Lê em çalakiyên piştgiriyê yên li pêşiya sefareta Tirk, konsolosxaneyên Tirk jî organîze dikin. Em her sal civînên gelekî mezin û muhim ên jinan organîze dikin. Elaqe gelek e. Lewma elaqeya jinan ji bo tişta niha li Rojava diqewime, pêvajoya di nava Tevgera Azadiya Kurd de zêdetir e. Hin jê jî rexne jî dikin. Em pêvajoyê minaqeşe dikin bi hev re. Lê ev rexne û minaqeşeya me ne weke ya mêran e. Jin naxwazin nîşanî Kurdan bidin ka ew ê çawa şoreşê bikin. Em dixwazin ji wan hîn bibin. Em jî hatine kolonîzekirin, ji ber wê gelek xisûsên hevpar hene di nava me de. Armancên me bi xwe jî hene. Hikûmet miletên me bi rêyên cihê dikujin. Carinan zehmet e mirov zanibe ka dijmin kî ye. Ji ber wê em jî hewl didin li xweparastina xwe bifikirin. Xweparastina li dijî hikûmetê, şideta mêran û wekî din hene, em xweparastinê û konsepta wê ya li Rojava hîn dibin. 

Di pratîkê de komîte çi dikin, armancên wan çi ne?    

Tevgera Jinê ya Kurd ji bo me gelekî girîng e. Ji 7 salan ve xebata me her mezin dibe li Arjantînê. Her roj, piştî her civînî karê me mezin dibe. Herçî komîteyên me ne, carinan di karekî de 15 kes kar dikin, carinan 2 kes in. Di 4 salên hikûmeta xirab de me her roj çalakiyên li dijî hikûmetê dikirin, û zehmet bû mirov li karê piştgiriyê yê komîteyê bifikire. Niha ev diguhere. Wekî din berê materyalên bi Spanî kêm bûn, niha materyal hene. Armanca me ew e ku em xebata xwe xurt bikin, ji ber ku em bawer dikin ku li Kurdistanê pêvajoyeke neasayî ya ezîm heye.

Gelo li Arjantînê, di nava xebatên komîteyên piştgiriya Kurdistanê yên jinan de jineolojî jî cihê xwe digire?

Di destpêkê de me behsa Jineolojiyê kir, lê me ne rast dinivîsî, ne jî rast bi lêv dikir. Lê piştî naskirina wê, êdî em zelaltir nas dikin. Bi demê re me karî fêm bikin ku ka Jineolojî çi ye. Em hîna dewam dikin lê serwext bibin, ji ber ku zanista jineolojiyê bi her aliyê jiyanê dadikeve. Niha em serê xwe pê diêşînin, ka em vê zanînê çawa bi mêran parve bikin. Lewma pirr zehmet e mirov bi hevrêyên mêr re kar bike. Minaqeşeyên beriya bi sih salan ên di nava Tevgera Azadiya Kurd de niha li nav me hene. Mala Tevgera Kurd ava be, ji ber ku hevrêyên herî pêşverû jî berê em li peywendiya di navbera dewletê, kapîtalîzmê û baviksalariyê nefikirîbûn. Ez bawer dikim bi xêra pêvajoya li Rojava ev rê li ber me vebû.

Malpereke komîteya piştgiriyê jî heye bi navê Kurdistan America Latina heye. Tu dikarî behsa karê wê jî bikî, ne şaş bim tu jî ji bo malperê dinivîsî. 

Belê, malpera me jî rastî êrişan tê. Du caran hat girtin. Gelek êrişên dewletê li dijî malpera me çêbû. Lazim bû em hîn bibin malpera xwe biparêzin. Ev li welatê min nû ye. Berê mirov karîbû piştgiriya bi Kurdan re û doza azadiya Ocalan bike. Niha ji sansûra Facebookê heta bi ya hikûmetê, êriş hene.

Hevrêyeke te ya ji Arjantînê, Lêgerîn Çiya [Alina Sanchez] tevlî nav refên Tevgera Azadiya Kurd bû.

Erê, Lêgerîn hevala min bû. Ew jin û miroveke gelekî taybet bû. Ew yek ji jinên herî pêşî bû ku xebat li tevahiya Emerîka Latîn ji bo tevgera Kurd xebat kir. Em gelek tiştan ji wê hîn bûn. Ne tenê siyaset, wê hez ji her tişta Kurdan dikir. Muzîka wan, xwarinên wan. Ew di tevahiya xebata me de zindî ye. Ew weke nefseke ji malê bû. Niha em projeyekê çêdikin û navê wê Alina Sanchez Lêgerîn e. Ev projeyeke perwerdeya gelêrî ye. Me hevkariyek di navbera perwerdeya gelêrî û jinêolojiyê de kir. Esasê herduyan gelekî dişibe hev. Wê nîşanî me da ku em hev du nas dikin. Nihêrîna me ya li jiyanê dişibe hev.

Cihê ku em projeya Lêgerîn dimeşînin, nêzîkî mala dê û bavê Lêgerîn e. Ew der cihekî pirr taybet e li çiyayan û gelekî xwazayî ye. Em li wir em dibistanekê ava dikin. Weke Jinwara me ye. Em dixwazin Jinwara be li wir ava bibe. Îlhama me Jinwar e.

Hikûmeta faşîst birayê wê şehîd kir

“Gava ku ez zarok bûm, malbata min ji ber birayê min ne serfiraz bûn. Ez çar salî bûm gava ku leşkeran bi ser mala me de girt û birayekî min revandin ji ber ku birayê min ê din ne li mal bû. Bi salan, ti kesî li nav malê behsa bûyerê nekir. Gava ez bûm 12 salî min xwest zanibim ka çi hatiye serê birayê min. Wan ji min re got, birayê te di qezayeke erebeyê de miriye. Piştî bi du salan, hevaleke min a ku apê wê di heman tevgera şoreşger de bû, got, na polês birayê te kuştiye. Hingê min di nava kitêbên xwe de nivîsî, ez ê rahêjim alaya te ya şoreşgeriyê. Lê malbata min muhafezekar bû. Gava ku min dest pê kir tevlî çalakiyên siyasî bibim, dayika min ez ji malê kirim der. Îro ez gelekî bi birayê xwe serfiraz im. Ew 22 salî bû gava polês ew şehîd kir. Nexasim ji dema ku ez di Komîteya Piştgiriya Kurdistanê de dixebitim, ew her di têîkoşîna min de zindî ye.”