Xazî hazir e şer bike

Nûçeyên Dosye

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:23

  • Xaziyê şerê li ji bo rzigarkirina Şengalê Zerdeşt Feyrûşa Elî: Îro jî li Şengalê şer dewam dike. Heger cardin bê xwestin, ez amade me careke din ji bo Êzîdiyan şer bikim.

BÊRÎVAN ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Roja 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bi armanca fermaneke din bi çekên giran êrişî Şengalê kir. DAIŞ weke ewrekî reş û makîneyeke kuştinê ketîbû nava xaka Şengalê û wê hewl dida xwe bigihîne wesaîtên Êzîdiyan û nehêle ew bifilitin. Hingê hem ji Rojavayê Kurdistanê, hem ji Heremên Parastinê yên Medyayê gerîla û şervanên azadiyê dabûn rê û bi lez û bez ber bi Şengalê ve diçûn. Şervanan dengê zarok, jin, gelê Êzîdî bihîstîbû û bi hêrseke mezin nêzî Şengalê dibûn.

Şervanên çiya û Rojava xwe gihandin bi hewara gelê Êzîdî û sîng bi sîng bi çeteyên DAIŞ’ê re şer kirin. Dema çûn Şengalê, birîndar rakirin, yên li çolê mabûn dan pişta xwe, av û xwarin dan wan û ew gihandin cihên ewle. Yek ji wan şervanan jî Zerdeşt Feyrûşa Elî bû.

Dixwaze biçe bi hewara Şengalê ve

Zerdeşt ji Qamişloyê, ji gundê Enteriyê ye. Ew yek ji şervanên YPG´ê bû. Dema wan kom dikin û behsa fermanê û qirkirina li Êzîdiyan dikin, hêrsa wî gelekî radibe. Dema ji wan dipirsin; kî amada ye here Şengalê û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike? Zerdeşt jî destê xwe radike û dibêje “ez amade me”. Sibehê ji Qamişlo didin rê û di navbera 6-7 seatan de xwe digihînin Şengalê.

Hin mal bi temamî tine kiribûn

Zerdeşt Feyrûşa Elî, sedema hatina xwe ya Şengalê wiha vedibêje: “Ji me re ji milê Cezaa korîdorek vekirin. Em derbasî aliyê Xanesorê bûn. Em li dora çiya zivirîn û wisa gihiştin navenda Şengalê. Me pêşî hinekî bêhna xwe veda û em çûn biryargeha HPG’ê ya li çiya. Dema me gerîla dît, em pirr kêfxweş bûn. Me li gel gerîlayan ruhê hevaltiyê dît û me hêz ji wan girt. Lê wexta me kêm bû, em bi lêz û bez çûn hawara gelê Êzîdî. Rewşeke gelek giran bû, zarok û dayîk şehîd xistibûn. Cenaze li erdê mabûn. Di hinek malan de ferdên malbatê hemû hatibûn qetilkirin. Me nedikarî xwe li vê ragirin.”

Zerdeşt ji bo şerê li dijî çeteyan amedekariyên xwe yên dawî dikirin, destpêkê taktîkan bi kar tînin da ku rewşê baş fêm bikin. Jixwe di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê de bûbûn xwedî tecrûbe lê diviyabû ku ji bo şerê li Şengalê jî agahiyên pêwîst berhev bikin. Li vê derê ji bona wan ji aliyê koordîna şer ve ku di nav wan de Egîd Civyan (Vahdettin Karay) hebû, civîneke pratikî tê kirin.

Me mirov rizgar dikirin

Xaziyê şer Zerdeşt, li sûka kevin a navenda Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Şerê man û nemanê ye. Zerdeşt wiha qala şerî dike: “Em li sûka kevin bûn, li pêşiya me kolaneke dirêj hebû. Me didît ka dijmin jî ku derê dihat. Me xwe li gorî vê bi cih kiribû. Me di wan kêliyan de hevalên li gel xwe û li derdora xwe nas kirin. Êrişên ku DAIŞ’ê dikirin li ber çavan bûn. DAÎŞ mirovan qetil dike, serjê dike, dibêjê yan bibe wekî me yan jî bimire. Berxwedana me pirr xweş bû. Ji ber ku me mirov ji destê çeteyan rizgar dikirin. Ev ji bo me gelekî bi wate bû.”

Di bin  xirbeyan de ma

Zerdeştê ciwan, di şerê sûka kevin de birîndar dibe û ji me re wiha behsa wan kêliyan dike: “Di dema şer de panzerek bi ser me de hat, me êriş kir û xwe vekişand. Piştre panzereke din hat, me dizanîbû ku mayin pê ve girêdane û wê biteqînin. Teqîna yekem çêbû. Dema panzer gihişt biniya banê ku me lê şer dikir, xwe teqand. Ez jî wê demê ji her dera xwe birîndar bûm. Ez di binê xirbeyên xanî de mabûn. Heta çavên min jî çûbû lê, ez emeliyat kirim.”

Bi jî berxwedana Şengalê

Zerdeşt Feyrûşa Elî, balê dibe ser dijminetiya beramberî civaka Êzîdî û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Îro jî li Şengalê şer dewam dike. Heger cardin bê xwestin, em amade ne ku ji bo Şengalê şer bikin. Dema ku em çûn, ketin bin çengê gel û me ew rakirin, hemûyan ji me hêz û bawerî girt. Bazdan hatin pêşiya me, kirin nalîn û hewar. Hin kes rizgar bûn û hin kes jî şehîd ketin. Sedema êrişên li dijî Şengalê siyasî ye. Em hevî dikin ku pirsgirekên li Şengalê hemû bi dawî bibin. Bijî berxwedana Şengalê.”

Ew gava vê dibêje jî destê xwe li nîşana serketinê hildibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.