Xayintiya Barzaniyan tê şermezarkirin

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 01:55

Êrîşên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya malbata Barzanî li nav Kurdan dibe sedema nerazîbûnên tund. Li Başûr, Ewropayê, li Rojava û Bakur ev êrîşên terora dewletî ya Tirk û nokeriya Barzaniyan tê şermezarkirin. Bi vê çarçoweyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êrîşên Tirk û malbata Barzaniyan hatin şermezarkirin.

Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên bajar û navçeyan bi piştevaniya rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya malbata Barzanî tên kirin, daxuyanî hatin dayîn û bi hêrseke mezin  êriş û hevkarî hatin protestokirin.  

Hevkarên dagirkeran

DEM Partiya Şirnexê tekildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başurê Kurdistanê li navçeya Hezexê daxuyanî da çapemeniyê. 

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partî yê Hezexê Adnan Bel ve hat xwendin. Bel bertek nîşanî êrîşên bi hevkariya malbata Barzaniyan û Tirkiyeyê da û wiha domand: “Axa başûrê Kurdistanê ku bi bedelên mezin hatibû rizgar kirin îro ji bo berjewendiyên biçûk xira dikin. Gelê Kurdistanê, yên ku axa xwe ji dagirkeriyê re vekirine, ne weke welatparêz lê weke hevkarê dagirkeran wê bi bîr bîne. Rewşa ku malbata Barzanî tê de ye xiyanet e. Banga me li malbata Barzanî  ev e; Têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd tu carî yekdestdar nabe. Ev têkoşîn wê ne ji aliyê çend malbatan û ne jî siyaseta sîstemê ya sereke ve bê serdestkirin. ‘’ 

Em xiyanetê qebûl nakin

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û diyar kir ku Tirkiye bi çarçoveya armancên Misak-i Millî de êrişî başûrê Kurdistanê dike û wiha axivî: “Tirkiyeya ku êrişên xwe yên li dijî statuya Rojava didomîne di destpêka xweseriyê heta niha li dijî statûya Başûr bû jî. Lê îro yên ku xwe wek Kurd û rêveberê Kurdan pênasê dikin bi kesên ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin re hevkariyê dikin. Li şûna ku ew xak ji bo Kurdan bibe mal, îro bûye cihê xiyanetê.’’Uysal bi domdarî got,’’ Em vê xiyanetê qebûl nakin. Divê li ser berjewendiyên şaxsî, malbatî û eşîrî tevnegerin, divê bi berjewendiyên netewî tevbigerin." 

Xiyaneta we nayê jibîrkirin

Uysal bi domdarî ev bang li dewleta Tirk û malbata Barzanî kir: Em ji dewleta Tirk re jî dibêjin; çareserî ne şer, aştiya demokratîk qebûlkirina statûya Kurdan e. Banga me taybet ji PDK'ê re jî ev e; ev xiyaneta we nayê jibîrkirin. Dev ji vê hevkariyê berdin. Li dijî vê dagirkeriyê xiyaneta xwe bidawî bikin." 

Enqere

Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê jî li ber Şaredariya Çankaya li dijî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Oznûr Bartin û Îbrahîm Akin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.  

Rêvebera DEM Partiya Enqereyê Nebahat Çalkan êrişên Tirkiyeyê şermezar kir û got: “Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike. Dixwazin bi van  êrişan destkeftiyên gelê kurd sabote bikin. Me çawa duh li dijî dagirkeriya li ser Rojava hêrsa xwe rakir, em îro jî ji bo başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe mezin dikin û em ê destûr nedin şerê dagirkeriyê.” 

Wan

Li Wanê jî bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê xwestin li Kuçeya Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî li dar bixin lê polîsan bi hinceta “qedexe heye” daxuyanî asteng kir. Girse kêliyek li vir sekinî û pişt re derbasî avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji xiyanet û dagirkeriyê re na” hat vekirin.  

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Navçeya Elbakê Şahîn Yagizer daxuyanî da û xwest PDK dawî li xiyaneta xwe bîne.  Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bimre xiyanet, bijî azadî” û çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

Mêrsîn 

Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê jî li ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Akdenîzê daxuyanî da û êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê protesto kir. Gel kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” hat vekirin. Hevserokê DEM Partiya Mêrsînê Reşat Aşan daxuyanî da û xwest Tirkiye dest ji polîtîkayên şer berde û PDK jî dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bike.  Rêxistinên DEM Partî yên bajarên Manîsa, Mûgla û Aydinê jî bi heman armancê daxyuyanî dan û êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê protesto kirin. 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.