Xatirxwestina dawî ji Eseed ê 16 salî
Sêşem 27 Kanûn 2022 - 02:43
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi merasîmekê zarokê bi navê Eseed Mihamîd ê di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Tinib ê Şerayê de şehîd bibû, oxir kir.
Ji bo oxirkirina Eseed Mihamîd li pêşiya Naxweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê merasîmeke girseyî li dar xist. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nedêr Mislêm di merasîmê de axivî û got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar dikin. Duh jî li gundê Tinibê Eseed Mihemed şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbatê re dixwazin.”
Her wiha li ser navê rêveberiya navçeya Şerewa Wehîd Hemîdo jî axivî û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker her tim herêmê topbaran dike û zarokan dike hedef.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Artêşa Tirk a dagirker pêr (25`ê Kanûnê) gundê Tinib ê navçeya Şera ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran kiribû. Di encamê de zarokê bi navê Eseed Mihamîd (16) şehîd bû û Xalid Şêx Taha (16) û Ehmed Mihamîd (18) birîndar bûn.
ANHA/ŞEHBA