Xatirê xwe ji Gelhat Efrîn xwestin
Duşem 28 Mijdar 2022 - 04:42
Xelkê taxên Şêxemeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê doh cenazeyê şervanê YPG`ê Orhan Şêxo (Gelhat Efrîn) li goristana berxwedana şehîdên taxên Şêxemqsûd û Eşrefiyê oxir kir. Şehîd Orhan (Gelhat Efrîn) di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 23’yê Mijdarê li ser Til Temirê de şehîd bûbû.
Di merasîma oxirkirinê de yek ji fermandarên YPG’ê Şervan Efrînê axivî û got: "Şoreşa me li dijî tevahî planên dewleta Tirk a dagirker e. Şehîd Gelhat jî ji destpêkê de tev li vê şoreşê bû û beşdarî hemelyên ji Efrîn heta bi Şêxmeqsûdê bû û şehadet li Til Temirê wergirt. Di oxira parastina welat de em şehîdan didin û ji dijmin natirsin. Em ji bilî welatekî azad û demokratîk û jiyaneke birûmet qebûl nakin."
ANHA/HELEB