• Li Ukraynayê xaniyê Polina Rayko ku weke muzexaneyekê dihat parastin di bin lehiyê de ma! Şêwekar Polina Rayko xwedê serpêhatiyên balkêş bû û piştî 69 saliya xwe dest bi karê resmandinê kiribû. Nexasim jî freskên li ser dîwarên xaniyê wê balkêş bûn.  

Dema di navbera Ukrayna û Rûsya de şer derket, Ukraynayî li hember Rûsya weke sembola berxwedanê resmê kevokekê bikaranî. Wan ev kevok ji ber resmekî Polina Rayko girtibû û ew resm di hafizeya civakê de jî bi cih bûbû. Ji lewma jî di dema şer de hin aktivîstên Ukraynayî xwe spartin kevokên Polina Rayko û ev kevok carake din anîn bîra xelkê Ukraynayî. Polina Rayko yek ji wan hunermendên herî girîng yê civaka Ukraynayî bû. Serpêhatiyên wê yên gelek balkêş çêbûbûn, ber bi dawiya temenê xwe wê xaniyê xwe jî bi resman xemilandibû û piştî wefat kiribû xaniyê wê weke muzeyekê hatibû bikaranîn. 

Lê beriya çend rojan li Ukraynayê, li bajarê Oleshky ku mala Polina Rayko li wir dima, bendava Kakhova hilweşiya û piştî bendav hilweşiya gelek xanî di bin lehiyê de man. Xaniyê Polina Rayko ya ku weke muzexaneyê dihat parastin jî di bin lehiyê de ma! Serokê dewleta Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy da zanîn ku hêzên Rûsyayê yên leşkerî bi zanebûn tiştekî wiha kirine û ev êrîşa wan weke “ekoterorîzm” bi nav kir. 

Serpêhatiyên Polina Rayko

Polina Rayko di sala 1928’an de tê dinyayê. Ew tevî du xwişkên xwe koçberî Elmanyayê dibin. Lê Polina Rayko di sala 1950’î de dîsa vedigere welatê xwe ango bajarê Oleshky û li wir bi cih dibe. Paşê dizewice û bi kar û barê çandiniyê re mijûl dibe. Debara xwe bi vî awayî dike. Bi wextê re keçeke wê ya bi navê Elena û kurekî wê yê bi navê Sergey jî çêdibin. Lê hevjîn û kurê wê ji ber vexwarina araqê tim sere Polina Rayko dixin belayê û ew ji ber bûyerên ne xweş ti carî rehetî ji canê xwe nabîne. Di sala 1994’an de keça wê di qezayeke trafîkê de dimire. Piştî keça wê di sala 1995’an de jî hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide. Herî dawî jî kurê wê ji ber nexweşiya sîrozê di sala 2002’an de wefat dike. 

 

Dîwarên xanî dibin tuwalên wê

Li ser van bûyer û serpêhtiyên nexweş Polina Rayko di sala 1998’an de, dema 69 salî ye, dest bi çêkirina resman dike. Birîn û bîranînên xwe bi vî awayî dikewîne. Bêyî ku perwerdeyek bibîne dest bi vî karî dike û xwe bi xwe fêrî çêkirina resman dibe. Qey dilê wê li ser tuwalê rehet nabe radibe xaniyê xwe bi temamî boyax dike. Bi vî awayî xaniyê wê û xebatên wê yên di warê resman de balê dikşînin û mala wê vediguhere muzexaneyekê.  Wê li ser dîwarên xaniyê xwe gelek fresk çêkirin, her wiha derî û paceyên xwe jî bi resman xemiland û li mala wê cihekî ku resm li ser tinebûna nemabû, heta bi tewanan jî boyax kiribû. Wê wekî din, dervayî xaniyê xwe jî dîsa bi resman xemilandibû. Piştî di sala 2004’an de wefat kir, xaniyê wê bû muzexane.

Hemû xebatên wê man di bin avê de!

Tiştê herî sosret ewe ku neviyekî Polina Rayko ev xaniyê ku weke muzeyekê dihat dîtin bi pênc qurûşan ango bi 5 hezar dolaran difiroşe kesekî Kanadayî, ku ew jî li Ukrayanyê dijî! Paşê dewlet bi awayekî xaniyê Polina Rayko distîne û weke mîrateya çanda welatê Ukraynayê dihesibîne. Yanî xaniyê Polina Rayko yê ku di bin lehiyê de ma, yek ji “Abîdeyên Çanda Neteweyî” ya rêûresma Ukraynayê dihat dîtin. Lê niha piştî lehiyê hemû xebatên wê yên di xanî de dihatin parastin û her wiha freskên ku li ser dîwarên xaniyê xwe çêkiribûn hemû di bin avê de mane û nehatine xelaskirin.

‘Xaniyê wê bi serê xwe berhemeke hunerî bû’

Hunermend û dîrokzana hunerê Katy Hessel ku di heman demê de hesabekî bi navê “The Great Women Artist” jî bi rêve dibe li ser hesabê xwe rewşa xaniyê Polina Rayko parve kir û got; “Dema nûçeyan ragihand ku xaniyê Polina Rayko di bin lehiyê de maye, ez pirr êşiyam! Xaniyê wê bi xwe weke berhemeke hunerî bû. Wê gelek ferîştah, kulîlk, heywan û tiştên din teswîr kiribû li ser dîwarên xaniyê xwe. Nexasim jî rengên wê yên şîn, spî, zer û sor yên ku bikaranîbû pirr cuda bûn û resmên wê xelkê di bin tesîra xwe de dihiştin.”

NAVENDA NÛÇEYAN