Wezîrê Karê Hindur yê Iraqê Osman Xanimî li ser rewşa Kerkûkê û radestkirina seytereyên bajêr ya ji bo polîsên xwecihî yên bajêr, çû Kerkûkê.

Osman Xanimî bi balafirek taybet serdana Kerkûkê kir. Wezîr bi serokeşîrên Tirkmen û Ereb re civiya. Serokeşîrên Kurd yên li Kerkûkê jî ji ber destwerdana aliyên Şuî ya di Kerkûkê de, tevlî civînê nebûn. Piştî civînê Osman Xanim daxuyaniyek çapemeniyê da. Osman got, ew ji bo rewşa dawî ya Kerkûkê bizane hatiye û bi serokeşîran re civiyaye. Osman da zanîn ku wî guh daye daxwazên serokeşîran, bi waliyê Kerkûkê re jî axivîne û behsa rewşa ewlekarî û xizmetguzariya Kerkûkê kirine.

ROJNEWS/KERKÛK