Li Xanesorê ya Şengalê girseyek ji bo piştgiriya bi şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê û li dijî biryara Hewlêr û Bexdayê meşiyan. Xelkê Xanesorê soza xwe ya bi şervanên xwe re dubare kir û bang li xelkê Êzîdî hate kirin daku dakevin qadan.
Saziyên Xanesorê hemû ji ber avahiya Meclîsa Gel heya Navenda Serdan û Pêşwazîkirina YBŞ’ê ya li Xanesorê meşiyan.
Li ber navendê piştî rêzgirtina ji bo şehîdan li ser navê Xanesoriyan Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Xoxê Cindî  axaftinek kir. Xoxê got: “Niha Şengal ewle ye, pêwîstiya xelkî Şengalê bi ti kesê din nîne wan biparêze, di dema ku pêwîstiya me bi parastinê hebû û em di nava destê çeteyan de bûn, pêşmerga me neparastin.”
Li ser navê PADÊ’ jî Hemed Bişar axivî, Bişar bang li xelkê Êzîdî li her derê kir da ku li hemberî lihevkirina Bexda û Hewlêrê dakevin kolanan. Bişar got: 6 sale bi sedan jinên Êzîdî di bazaran de tên firotin, çima ji bo rizgarkirina wan li hev nakin?

ROJNEWS/SILÊMANÎ