Xala 6’an ya Qanûza Cezayê betal e
În 1 Adar 2024 - 00:44
Pêşnûmeya ku bi mebesta zêdekirina karîgeriya darazê ku weke pakêta darazê ya 8’emîn jî tê zanîn û piştî ku ji Komîsyona Edaletê ya Meclîsê derbas bû û ji Serokatiya Meclîsê re hate pêşkêşkirin jî bû sedema derketina hin nîqaşan.
Têkildarî sûcê ‘li gel neendamtiya rêxistinê, sûckirina li ser navê rêxistinê’ ku di madeya 220/6’ an a Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê (TCK) de cih digire sererastkirineke nû hate kirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê vê yekê de biryara betalkirinê dabû.Lê belê sererastkirin gelekî ji betalkirina AYM’yê ne cuda ye. Parêzer Baran Dogan hem têkildarî sererastkirina madeya 220/6'an û hem jî têkildarî pêwîstiya guhertina madeyê û rewşa a niha ya pakêta darazê ji ANF'ê re axivî û ev yek nirxand.
Parêzer Baran Dogan têkilî xala 6’an a Cezaya Qanûnê got,’’Di madeya 220’an de jî dibêje ku li gel neendamtiya rêxistinê, sûckirina li ser navê rêxistinê, bi ev qas cezayî tê cezakirin. Sûckirina li ser navê rêxistinê lê belê çarçoveya vê ne diyar e, kiryareke eşkere tune ye. Li vir her tişt dikare di çarçoveya sûckirina li ser navê rêxistinê de were hesibandin.’’
Parêzer Baran Dogan bi bîr xist qanûna di behsê de sala 2017’an ji alî DMME’yê ‘’dijî mafê mirovan’’ hatiye dîtin, Dadgeha Destûra Bingehîn jî sala 2023’yan bêyî endamtiya rêxistinê qanûna sûc betal kiriye û ev di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Parêzer Baran Dogan, anî ziman ku vê rêziknameyê ceza jî zêde kiriye û destnîşan kir ku bi vê qanûnê re dixwazin gel bidin tirsandin.
ANF/STENBOL