Wî zarokek kuşt birayê wî dest avêt yekê

Çarşem 24 Tebax 2022 - 22:30

  • Ahmet Babat 17´ê Tebaxê Firdevs Babat a 17 salî li navçeya Şirnexê Qilabanê qetil kiribû. 

Ahmet Babat 17´ê Tebaxê Firdevs Babat a 17 salî li navçeya Şirnexê Qilabanê qetil kiribû. Di nûçeya me ya doh de me behsa birayê qatil ê cerdevan Ramazan Babat jî dest avêtiye zaroka 16 salî S.G,´yê. Lê ji tirsa tehdît û gefan malbata S.G:´yê giliyê wî nekiriye. Ramazan Babat ji ber destavêtina zarokê ya bi wesf hate girtin.  

Cenazeyê Firdevs Babatê 18´ê Tebaxê di çemê Hêzil de hatibû dîtin. Piştî wê Ahmet Babat weke bersûcê kuştina wê hat girtin. Hin îdîayên li ser kuştina Firdevsê bi çeka cerdevan Ramazan Babat hîna nehatine piştrast kirin.

Lê niha ji ber destavêtina bi wesf a zarokekê Ramazan Babat hat girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de Ramazan Babat pêr hat girtin. Ew tê tohmetbarkirin ji ber destavêtina zaroka 16 salî S.G.´yê. ji bilî wî di çarçoveya heman lêpirsînê de birayê sercerdevan Hazim Babatî, Şeyhmûs Babat, bavê S.G.´yê , E.G. û dayika wê M.G. jî hatine girtin û ew kirine nezaretê. Şeyhmûs Babat, E.G. û M.G. piştre hatin berdan. Herçî S.G.´ye tê parastin.

Ev bûyer jî nîşan dide ku cerdevan û kontrayên bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, tevlî sûcên kuûtin, destavêtin û gelek sûcên din dibin û sîlehên dagirkeran jî ji bo vê bi kar tînin.

ŞIRNEX 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.