Polêsê bi navê Serdar Gok, bi kûçikan êrişî malbata Şeyhmûs û Menîce Yilmaz kiribû û her du jî birîndar kiribûn. Herduyan doz ji ber êşkenceya bi kûçik, li Polês Gok dabû vekirin. Dadgeha dewleta Tirk jî rabû ji ber êşkenceya bi kuçik, polêsê êşkencekar da beraetkirin.

Polêsên delweta Tirk piştî kuştina polêsekî hêza dagirker li navçeya Amedê Baxlerê, 31´ê Gulana 2020´an bi ser malên welatiyan de girtibû. Wan hingê deriyê mala hevjînên hev, Menîce û Şeyhmus Yilmaz şikand û bi kûçikan êrişî Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kir. Polêsê ku bi kûçik êrişî Menîce û Şeyhmus Yilmaz kir, Serdar Gok e; ew bi vê êşkenceyê bû sedema birîndarbûna wan. Ji ber vê êşkenceya bi kûçik, Menîce û Şeyhmûs Yilmaz giliyê polêsê kiribû û ev polês dihat dadgehkirin. Lê dadgeha Tirk Cezayê Esliyê ya Amedê ya 4´an a Amedê, piştî 2 salan biryara beratea polês da.

Jixwe polêsê êşkencekar Serdar Gok û parêzerên wî tev li danişînê nebûn, parêzerê malbata Yilmaz, Selameddîn Varol di danişînê de amade bû.

 

Dozger jî dadger jî hevalê polês bûn

Dozgerê beriya rapora pisporan a ji Fermandariya Navendî ya Perwerdehiya Kûçikan û Hespan a Cendermeyan a Nevşehîrê hatiye xwestin, bi daxwaza girtinê muteala dabû, piştî ku di raporê de hate îdîakirin ku kesê kûçik di dest de “bêqûsir” e û kûçik jî “hatiye sorkirin” bi daxwaza beraetê muteala xwe dubare kir.

Parêzerê malbatê Selameddîn Varol ê li dijî mutealayê parastin kir, diyar kir ku bersûc peywîrdarê cemaweriyê ye, amadekirina raporê ji aliyê peywîrdarên cemaweriyê ve dike ku guman ji raporê bên kirin û got, ew raporê qebûl nakin. Varol got, daneyên têkildarî pêvajoya perwerdehiya kûçikan û bertek fermanan di pêvajoya amadekirina raporê de cih negirtiye. Varol xwest ku polêsê êşkencekar ji sûcê birîndarkirina mirovan were cezakirin. 
Lê dadgeha Tirk, çawa dozgerê Tirk xwest, biryara beraeta polêsê Tirk da. Axir wî kûçikê beraet kir.

AMED