Wezîrê şer gef li YNK’ê xwar

Duşem 25 Îlon 2023 - 00:32

Roja 18’ê Îlonê, dewleta Tirk a dagirker, bi balafirên bê mirov ên biçek, balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê ya Silêmaniyê hedef girt û di encama êrişê de, 3 pêşmergeyên Dijî Terora Kurdistanê şehîd bûn, 3 pêşmerge jî birîdnar bûn.

Piştî vê êrişê wezîrê şer ê dewleta Tirk a dagirker, bi daxuyaniyekê gef li serokê YNK’ê Bafil Talebanî xwar û got, ew hertim wî hişyar dikin. Ger têkîliya xwe ji PKK’ê qut neke, ev êriş wê berdewam bikin. Wezîrê şer ê Tirk herwiha ragihand, agahiya hikûmeta Iraqê û PDK’ê ji vê yekê heye.

YNK serî li ber gefan natewîne

Li dijî van gefên wezîrê şer ê Tirk, YNK’ê jî nerazîbûn nîşan da. Berpirsa Malbenda Bexda ya YNK’ê Rabîha Hemed ji Dengê Emerîkayê re ragihand ku hebûna MÎT’a dewleta Tirk a dagirker li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê zêde dibe, diyar kir ku vê yekê ne tenê li ser Silêmaniyê, li ser tevahiya Kurdistanê û statûya wê metirsî çêkiriye. 

Rabîha Hemed derbarê êrişa li ser balafirxaneya Erbetê de jî got:’’Piraniya aliyên Iraqî êriş şermezar kirin, lê şermezar kirin bi kêr nayê. Divê Encûmena Wezîran a Iraqê gavên pratîkî bavêje. Dewleta Tirk avê li ser Iraqê qut dike û çemên Dîcle û Firatê zuha dike. Ger tedbîr neyên girtin, wê Iraq deyndarê Tirkiyê be. Di warê bazirganî de jî, Tirkiye li Iraqê sûdmend e. Ger Iraq deriyên sînor ên bi Tirkiyê re bigre, dikare bi dehan deriyên din veke, wê çaxê wê Tirkiye, zirareke mezin bibîne. Derbarê gefên wezîrê şer ên Tirk ji bo Bafil Talebanî jî got:’’Pişta YNK’ê li gelê wê ye, serok Bafil Talebanî, nakeve bin bandora zext û gefên Tirkiyê, YNK jî wê yekê nake. YNK wê di çarçoveya Destûra Iraqê de wê li hemberî gef û zextan raweste, ji bo parastina berjewendiyên neteweyî yên Kurd bixebite.’’

Sedam Hisên nekarî bi YNK’ê

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel jî, bersiv da gefên wezîrê şer ê Tirk û got:

“Bila dewleta Tirk bizane ku rejîma Sedam Huseyîn bi çekên cûr bi cûr yên pêşkeftî li dijî me şer kir û nekarî me tune bike. Di encamê de me rejîma Sedam Huseyîn hilweşand. Ji ber ku şoreşa azadî û demokrasiyê her tim li hemberî polîtîkayên otorîter û dîktatoriyê bi ser dikeve.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.