Wezîrê karên hundir ê Iraqê Osman Xanimî tevî şanedeyeke ewlehiyê û leşkerî doh gihişt Şengalê.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Wezareta Karên Hindir ya Iraqê, wezîrê karên hundir yê Iraqê Osman Xanimî bi şandeyeke fermandarên artêşa Iraqê çûye Şengalê.

Tê gotin Osman Xanimî bi fermandarên leşkerî ên Iraqê yên derdora Şengalê re civiyaye. Heya ku nûçeya me dihat amadekirin, ti daxuyaniyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê mijarê de nehatibû dayin. Nayê zanîn bê ka Osman Xanimî wê bi nûnerên xelkê Şengalê re bicive yan na.

BEXDA