Wezîra Elman li cem nijadperestên Tirk

În 17 Hezîran 2022 - 21:15

  • Wezîra Karê Hundir a Elmanyaya Federal Nancy Faeser (SPD) tevî xwendekarên dibistanan ji bo wêneyekî poz da.

Wezîra Karê Hundir a Federal a Elmanyayê 15´ê Hezîranê wêneyek li ser hesabê xwe yê fermî belav kir û tê de pesnê 150 xwendekarên beşdarî perwerdeya ji bo civaka li gorî destûra bingehîn bûne da. Wê da zanîn ku ew xwendekar hatine xelatkirin jî. Lê zêde wext nebihurî, piştî ku hesabê fermî yê wezaretê jî ev tweet parve kir, tweet jê hat birin. Di wêneyê wezîr jî li ser, di wî wêneyê xelatkirina 150 xwendekarên dibistanan de nîşanên nijadperestên Tirk, nîşanên Îslama Siyasî yên cihê yên ji bo destekkirina Erdogan, Ixwanul Muslimîn û DAIŞ´ê jî hatibûn nîşan.

Wêne bi serê xwe nîşana bibinketina siyaseta Elman a dijminê Kurdan bû. Yanî şagirt û xwendekarên dibistanan ên Kurd ev qederê 30 salan in ku li Elmanyayê tên krîmînalîzekirin, tevî ku rêzê ji destûra Elman re digirin, lê sazî û rêxistinên nijadperestiya Tirk û Îslama Siyasî heta roja îro hatin parastin û geşbûna wan hat fînansekirin. Ji ber wê jî ecêb û sosret e ku wezîr ecêb dibîne hin xwendekarên dibistanan nîşandana sembolên nijadperestiya Tirk û Îslama siyasî ya tundraw normal dibînin.         

Çi qewimî?

Wezîra Karê Hundir a Elmanyaya Federal Nancy Faeser (SPD) tevî xwendekarên dibistanan ji bo wêneyekî poz da. Li ser wêne hin xwendekarên dibsitanan nîşanên nijadperestiya Tirk, yên Îslama siyasî ya tundraw nîşan dan. Lê buroya wezîrê 15´ê Hezîranê wêne parve kir. Wezîrê jî heman rojê li ser Twitterê wêne parve kir û pesnê projeya sedema wêne da: "Verfassungsschueller (Xwendekarên dibistanê yên destûra bingehîn). 150 xwendekar beşdarî vê projeya perwerdeya li ser destûra bingehîn a Elmanyayê bûne. ‘’

Piştî ku hin kesan îşaret bi nîşanên hin xwendekarên dibistanan ên li ser wêne kir, wezaretê wêne jê bir û daxuyaniyek li ser mijarê da. 

Wezaretê got, wê 150 ciwanên beşdarî projeyê bûne xelat kirine û wêne jî yê bi dawîbûna vê perwerdeyê bûye. Wezaretê got, "ew nîşan bi ti awayî nabe ku bên qebûlkirin û em wê bi tundî rûreş dikin." 

Tehlûkeya li dijî destûra xwe xwedî kirin

Wezaretê îdîa kir ku ew belgeyên dane wan xwendekaran û xelata dane wan tevî dibistan û rêveberiya projeyê ji wan bistînin. Wezîrê jî bi daxuyaniyek kurt nîşandana sembolên nijadperestiya Tirk û yên selefîzmê rûreş kir. 

Ev xwendekar li gorî agahiyên piştrastnekirî 15 salî û ji Berlînê ne. Yanî paytexta Elmanyayê ya ku ev qederê 30 salan e Kurdan bi her awayî krîmînalîze dike. Heta gava Kurd alfabeyê hîn dikin, ziman hîn dikin û alîkariya dersan didin xwendekarên dibistanan, îstîxbarata Elman wan dişopîne. Lê li paytexta wê hem bi şelafiya hikûmetên cihê yên Elmanyaya federal û yên eyaletan û hem jî bi hevkariya saziyên polês û îstîxbaratê yên Elmanyayê bi dewleta Tirk re, tehlûkeya herî mezin a li dijî destûra bingehîn a Elman li paytexta wê û li bajarên wê yên mezin weke di vî wêneyê de geş bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.