- Wezîrê karê derve yê PDK'yî yê Iraqê Fuad Hisên li Enqerê bi wezîrê karê derve yê Tirk re rûnişt û kir ku mirov bipirse ka ev wezîr ê kê ye!
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ê PDK'yî doh li Tirkiyeyê bû û li wir wî diyar kir ku ew li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çawuşoglu têkildarî lihevkirina PDK’ê û Bexdayê ya li ser Şengalê axiviye. Lê ji ber ku bicihanîna peymaneke Hewlêr û Bexdayê ew li Enqerê minaqeşe dike jî, bivê nevê mirov dipirse, ka wezîr ê kê ye?
Fuad Hisên ji bo amadekariyên serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî fermî çûye Enqerê. Fuad Hisên û Wezîrê Derve yê Tirk Mewlud Çawuşoglu doh civiyan. Piştî civînê Fuad Hisên û Çawuşoglu ji çapemeniyê re axivîn.
Di civînê de Fuad Hisên got, li gel Çawuşoglu ew li ser lihevkirina di navbera PDK’ê û Iraqê de ya li ser Şengalê axivîne. Wî wekî din got, wî li gel wezîrê Tirk pêngavên bicihanîna lihevkirinê jî nîqaş kirine.
ENQERE