HPG'ê ragihand ku li Xakurkê 2 gerîla şehîd bûne û got:"Em careke din soza xwe dubare dikin ku di şexsê wan de em ê layiqî hemû hevrêyên xwe yên şehîd bin." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê gerîlayên ku gihiştine şehadetê de ev agahî da:"Di 27'ê Nîsana 2024'an de li herêma Xakurkê di dema êrişa dijmin de hevrêyên me Piling û Rûbar tevlî karwanê şehîdan bûn. Hevrêyê me Piling ewladê leheng ê xelkê Germiyanê ye ku bi berxwedanên dîrokî hatiye pêçandin, bi kesayetiya xwe ya durust û sade karîbû weke milîtanekî Apoyî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih bigire.
Hevrêyê me Rûbar ku ji hevrêyên di dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn bi bandor bû û bi hesta deyndariyê tevlî nava refên gerîla bû, bi pratîka xwe bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me yê ku li dijî dijmin xwedî hêrs û kînek mezin bû, bi zanebûna ku cihê hesabpirsînê refên gerîla ye, berê xwe da çiyayên azad. Di her şert û mercî de ji bo zindîkirina xeta Partiyê kedeke mezin da. Wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Piling û Rûbar re dixwazin. Em careke din soza xwe nû dikin ku weke şopdarên hevrêyên xwe Piling û Rûbar em ê têkoşîna xwe mezin bikin û layiqî hemû hevrêyên xwe yên şehîd bin.
Hevrêyê me Piling li Kelarê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015'an de ji herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Di nirxandineke xwe ya li ser jiyana PKK'ê de got:"Min fêm kir bê ka çawa dijîm. Ji vir û pê ve ez ê çawa bijîm jî min fêm kir. Ez hînî nirxdayîna mirovan û bûna şervanekî bûm.” Hevrê Piling ku li ser perspektîfa ''Çawa bijî'' ya Rêbertiya me lêhûrbû, xwe bi temamî fedayê Partî û şehîdan kir.
Hevrêyê me Rûbar Agirî li Dirbesiyê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ji bo tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd û ji bo ku ji êrişên dijmin re bibe bersiv serketina teqez ji xwe re weke sereketirîn armancê qebûl kir û bû xwedî sekneke bibiryar. Di hemû kêliyên têkoşîna xwe de li her derê ji bo ku mîrateya şehîdên azadiyê mezintir bike bênavber têkoşiya.
Agahiyên nasnameya hevreyên me yên şehîd wiha ne:
Piling Germiyan (Karwan Nazim Heme Xerîb), li Germiyan jidayîk bûye, 27’ê Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.
Rûbar Agirî (Hesen Hesen), li Dirbêsiyê jidayîk bûye, 27’ê Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.
BEHDÎNAN