Wezîfeyên herî giran biser xistin

Duşem 9 Îlon 2024 - 03:05

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:"Rêbaza jiyanê ya Apoyî ji xwe re kirin esas û wezîfeyên herî giran jî bi hêsanî bi cih anîn." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da û wiha got:"Hevrêyên me Amed, Firat û Fedakar li herêma Xakurkê di demên cuda de di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Hevrêyên me têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Apoyî destpê kir ji bo xwe û gelê me weke ronahiya hêviyê dîtin, tevlîbûna li nava vê têkoşîna pîroz ji xwe re weke wezîfeyek dîrokî dîtin. Hevrêyên me ku di her kêliya jiyana xwe ya têkoşînê de mohra xwe danîn binê serketinên girîng, bêyî ku cudahiyê bikin di her karî de kedeke mezin dan. Bi rêbaza jiyana Apoyî wezîfeyên herî zehmet bi cih anîn û bi vê serbilind bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe nû dikin ku bîranîna van milîtanên Apoyî yên hêja li Kurdistana azad a ku bi hesreta wê bûn bidin jiyîn.

Hevrêyê me Amed li navçeya Cindirêsê ya Efrînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di sala 2012'an de biryar da ku tevlî nava refên azadiyê bibe. Bi sekna xwe cihê baweriyê bû û gelek kar jî bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me Amed ku di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Xakurkê de li refên herî pêş derbên giran li dijmin xist, meha Tîrmehê di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. 

Hevrêyê me Firat li navçeya Berwarî ya Sêrtê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me li her qada ku lê ma bi kedkariya xwe hate bîranîn û têgihişt ku aliyê herî girîng ê şer amadekarî ye. Lewma li hemberî operasyonên dagirkeran ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, di demekê de ku gerîla bi îradeya Apoyî destanan dinivîsîne li gelek qadan bi berpirsyarî rabû.

Hevrêyê me Fedakar li Mûşê , li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Di şer de bi sekneke xwînsarî, wêrekiyeke mezin û ya herî girîng jî bi îradeya Apoyî di her kêliya jiyanê de xwe perwerde kir. Bi kesayetiya xwe ya durust, samîmî û dilsozê nirxên azadiyê yên Apoyî, ku berê xwe li serketinê bû, lêgerîna xwe ya li heqîqetê di her şert û mercî de kûr kir."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Amed Efrîn (Zekî Hasan), li Efrînê jidayîk bûye, 20’ê Tîrmeha 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Firat Sêrt (Mehmet Selçûk), li Sêrtê jidayîk bûye, 20’ê Tîrmeha 2024’an li Xakurkê şehîd bû. 

Fedakar Yadîgar (Mûcahît Onal), li Mûşê jidayîk bûye, 21’ê Tîrmeha 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.