- Cihgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê got, Dewleta Tirk hewl da bi rêya hevdîtinên bi hêzên herêmî re êrişa xwe bide erêkirin. Lê ev yek bi dest nexist, ji ber wê, rêbazeke ji dagirkirinê xetertir bi kar anî: Bombebarankirina herêmê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek.
EHMED EL ESAF / ANHA/REQA
Cihgîra Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Emîne Osê got, êrişên Tirkiyeyê daxwaza şer in û ew ê li dijî êrişan mafê parastina xwe ya rewa bi kar bînin.
Dewleta Tirk a dagirker di çend rojên borî de bi tundî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi hemû cureyên çekên giran û sivîk, şên û navendên xizmetguzarî kirin hedef. Di encamê de gelek kes şehîd bûn û birîndar bûn pêk anîn ku di encamê de gelek sivîl û hêzên leşkerî şehîd bûn û birînar bûn.
Têkildarî van êrişan, cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Emîne Osê axivî.
Emîne Osê got, “Em wek Rêveberiya Xweser van êrişan wek ragihandina şer dibînin û divê civaka navneteweyî van êrişan bi awayekî cidî di ber çavan re derbas bike û ji bo rawestandina wan, xwedî helwêst be. Hemû dewletên ku di kirîza Sûriyê de bi rola xwe radibin, berpirsên van êrişan in.”
Emîne Osê, wiha pê de çû: “Divê ew li dijî êrişa roja sêşemê 17’ê Tebaxê ya ku di encama wê de gelek kes şehîd û birîndar bûn, helwêsteke cidî nîşan bidin. Ev êriş li dijî ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serdestiya Sûriyê ye.”
Şam cidî kar nake
Emîne Osê di dewamê de rexne li helwêsta Şamê jî girtin û got, “Dewleta Tirk a dagirker baregehên hêzên rêjîma Sûriyê jî topbaran kirin. Divê hikûmeta Şamê bi awayekî cidî li hemberî van êrişan tev bigere. Her wiha em bang li xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin da ku dev ji xaka xwe bernedin.”
Emîne Osê diyar kir ku ji dema dewleta Tirk li ser dezgehên çapemeniyê bi awayekî eşkere ragihand ku dê êrişî herêmê bike, Rêveberiya Xweser xwe gihand aliyên têkildar hemûyan û wan jî, bi helwêsta xwe ev gef red kirin.
Nikarî dagir bike qir dike
Emîne Osê wiha peyivî: “Dewleta Tirk hewl da bi rêya hevdîtinên bi hêzên herêmî re êrişa xwe bide erêkirin, da ku armanca xwe pêk bîne, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Lê ev yek bi dest nexist, ji ber wê, rêbazeke ji dagirkirinê xetertir bi kar anî. Ew jî bombebarankirina herêmê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek e.
Rojane sûcên şer dike. Dewleta Tirk dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û dev ji tematiya xwe ya firehkirina erdên xwe bernedaye.”
Vî welatî bi cih nehêlin
Emîne Osê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku li herêmên xwe bimînin û di dema topbaranê de berê xwe bidin stargehên ku Rêveberiya Xweser amade kirine.
Emîne Osê got, “Rêveberiya Xweser dê li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemîne, ew ê her binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me belge bike.”
Em neçar in bersivê bidin
Emîne Osê wekî din da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan wan neçar dike ku di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin: “Em jî vê yekê naxwazin, lê heger dewleta Tirk şer ragihîne û hedefgirtina herêmên me bidomîne, wê demê hêzên me yên leşkerî dê erka xwe ya rewa pêk bînin. Tevî hemû bangewaziyên berê jî civaka navneteweyî û cîhan erkên xwe naînin cih. Ji ber wê, em dîsa bang li wan dikin da ku xwedî li erka xwe ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin û encamên van êrişan, di ber çavan re derbas bikin.”