- Li Hewlêrê pêşangeheke şitlên dar û gulan hate vekirin. Zêdetir hezar cûreyên şitlên dar û gulan hatin nîşandan. Ji gelek welatan şirket jî tevlî pêşangehê bûn.
Li Hewlêrê pêşangeheke şitlên dar û gulan hate vekirin. Zêdetir hezar cûreyên şitlên dar û gulan hatin nîşandan. Ji gelek welatan şirket jî tevlî pêşangehê bûn. Pêşangeh bi giştî sê rojan wê dewam bike. Yanî sibe wê bi dawî bibe.
Yek ji kesên tevlî pêşangehê bûye, Serkar Xesro ye. Xesro dibêje, ji gelek welatan tevlîbun heye, berhemên navxweyî jî tên nîşandan.
Soran Mihemed ev qederê 15 salan e ku karê firotina şitlên daran dike. Ew dibêje, “Berhemên gulan, zêdetirê xwe ew berhem in yên ku hawirdeyî Kurdistanê hatine kirin. Niha ji bo çandina dar û gulan werzek guncaw e.”
Rêveberê pêşangehê Rêbîn Ehmed jî dibêje, “Armanca sereke ya vekirina vê pêşangehê, teşwîqkirina xelkê ya ji bo çandina dar û gulan e. Ji bo ku xelk hîn zêdetir hişyar be, me ev pêşangeh vekir. Welatî dikarin di vê pêşangehê de her cûrê şitlên dar û gulan peyda bikin.
ROJNEWS/HEWLÊR