Wexta Îdira hêşîn e
În 28 Nîsan 2023 - 02:50
MURAT MANG/NAVENDA NÛÇEYAN
Namzetê rêza yêkê yê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) li bajarê Îdirê Yilmaz Hun bi îdîa ye ku wê karibin li bajêr her du parlamenteriyan jî bi dest bixin. Ji bo vê jî ew bawer dike ku wê karibin 60 hezar deng bi dest bixin: “Armanca me ew e em herî kêm 60 hezar dengan bigirin û her du wekîlan jî bi dest bixin.”
Li Îdirê ji bilî Kurdan Tirk, Azerî û Terekeme jî hene. Ji ber bax, bexçeyan û zeviyan, jê re berê Îdira Heşîn hatiye gotin. Lê desthilata heyî bi rantê û bajavaniya çeloxwarî, hêşînbûna bajêr qir kiriye. Îro serjimara bajêr 203 hezar e. 134 hezar hilbijêr wê karibin dengê xwe bidin. Namzetê Partiya Çep a Kesk a rêza yekê li bajêr Yilmaz Hun e. Ew nasekine. Diçe gundan û diçe navçeyan. Ew bi pirsgirêkên bajêr dizane: “Hilbijêrên dengê xwe nadin me, di navbera AKP, MHP û ÎYÎ Partî de dabeş dibin. Armanca CHP û AKP’ê ew e ku ji hilbijêrên dengê xwe nadin me dengan wergirin. Namzetê CHP’ê Kurd e. Namzetê AKP´ê xwediyê holdîngekê ye. Weke partiya xwe ew jî hewl dide di hilbijartinê de bi pereyan bi ser keve. Gelek kesên bê deng hene, em dixwazin wan jî bînin aliyê xwe û bibin dengê Îdirê”.
Abora bajêr xera kir
Hun bi bîr xist ku ji bo abora bajêr û debara xelkê wê çandinî, sewalkarî û bazirganiya li ser sînor muhim in, lê rejîma AKP-MHP´ê ev war wêran kirine. Di dewamê de ew dibêje, “Serê pêşî, lazim e em xwe ji qeyûm xilas bikin. Çete jî çêbûne. Qeyûm, serokê bajêr ê rêxistina AKP´ê û yên li dora wî têr dike. Radihêje erdên xelkê ji dest xelkê digire û ji nû ve 3-5 qatan buhatir difiroşin xelkê.”
Hilbijêran wê bibin ser sindoqan
Hun bi bîr dixe ji ber sewalkarî û çandiyê, xelk li devereke fereh belav bûyî ye û ji ber wê jî ew ê xelkê bibin ser sindoqan. Ew bi bîr dixe ku li bajarê 161 gund hene û wekî din jî gelek hilbijêr li metropolan in jî. Li ser plansaziya xwe ya birina ser sindoqan jî ew dibêje, “Ji ber ku Îdir bajarê çandinî û sewalkariyê ye, gelek kes jê koçber dibin. Ji bo ku em hilbijêrên xwe yên li metropolan û yên li zozanan bibin ser sindoqan me xebatên lêkolînê kirin û me plansaziya xwe kir.”
Hun got, ji bajêr nifûsa ciwan koçber dibe û wiha peyivî: “Van salên dawiyê ji zemîna deng dide me, bêhtirî 10 hezar ciwanî koçberî dîasporayê bûn. Sedem zexta siyasî û zehmetiyên aborî ne.”
Pêşhukmên Azaeriyan nehiştin
Yilmaz Hun got, gelên Îdirê beriya her tiştî, niha dixwazin ku dawî li rejîma heyî were, û wan kariye weke partî pêşhukêm Azeriyên bajêr li hemberî xwe ji holê rakin: “Berê me nekarî biçin gundên Azeriyan. Niha em diçîin, dipeyivin û minaqeşe dikin. Weke nimûne, li gundê Meleklî yê Azaeriyan MHP xurt e, lê em ji bo serdana teziyê çûn gund. Bi rêzdarî me pêşwazî dikin. Berê destê xwe jî nedidan me.”
Yilmaz Hun got, partiyên din hîna weke wan dest bi xebatan nekirine, bi xebata xwe ew dixwazin bikin ku bêhtir xelk biçe ser siondoqan û wiha peyivî: “Di hilbijartina beriya vê de AKP, MHP û ÎYÎ Partî li dijî me bûbûn yek. Armanca me ew e em herî kêm 60 hezar dengan bigirin û her du wekîlan jî bi dest bixin.”
Bang li Îdiriyên li Ewrûpa kir
Namzetê Partiya Çep a Kesk ê rêza yekê yê Îdirê Yilmaz Hun bang li Îdiriyên li Ewrûpayê jî kir da ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk: “Xebatên li Ewrûpayê moral didin me. Bila ilehî dengê xwe bidin. Rêjeya dengdanê pirr kîm e. Bila her kesî bibin ser sindoqan. Em dibêjin, ji ber rayekê dibe ku wekîltiyek ji destê me biçe. Divê miletê me yê li Ewrûpayê bi hesasiyeteke wisa nêzîk bibe.