Weşanên Kurdî digihînin gel

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 00:27

Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibe dest pê kir.Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlum Tenha têkildarî mijarê got: “Dê bi fûarê re berhemên kurdî bigihijin ber destê xwîneran.” 

Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (ARÎ-DER) û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) bi hevre li Parka Yilmaz Guney Fûara Pirtûkên Kurdî lidar dixin. Fûar dê heta 20’ê Cotmehê dewam bike. Di çarçoveya fûarê de dê rojên îmzeyê, danasîna pirtûkan û gotûbêj bên lidarxistin. 

Hevserokê ARÎ DER’ê Mazlum Tenha diyar kir ku mebesta ji fûarê pêşxistina weşanên kurdî û gihandina wan a gel e. 

Pêşniyar, rexne û xwerexnekirin 

Tenha, da zanîn ku ji bo pêşketina zimanê kurdî fûarên bi vî rengî girîng in û got: “Çalakiyên bi vî rengî ji bo pêşxistina çand, ziman û hunera kurdî girîng in. Bi taybet jî weşanxaneyên ku pirtûkên bi kurdî çap dikin rastî astengiyan tên. Nahêlin ku pirtûkên wan bigihijin gel. Bi vê fûarê re dê berhemên kurd bigihijin ber destê gel. Xwîner û nivîskar dê bên ba hev û nîqaşên wêjeyî bikin. Dê pêşniyar, rexne û xwerexnekirin hebe.” 

Li benda tevlîbûneke xurt in

Tenha, bal kişand ser zextên di demên dawî de li ser kurdî tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Bila her kes bizane ku kesên ji bo ziman û çanda kurdî têdikoşin dê di tu şert û mercan de paşvegavê neavêjin. Em bi pratîkên xwe li dijî vê zîhniyetê derdikevin. Ev fûar jî bi vê boneyê gelek girîng e. Li Êlihê xelk bi kurdî diaxive û girîngiyê pê didin. Di vê çarçoveyê de em ê bi wan re bên gel hev. Em li benda tevlibûneke xurt in. Em li vir bang dikin; werin di fûarê de cihê xwe bigirin.” 

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.