Werza zivistanê li Geliyê Kersê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 18 Kanûn 2023 - 00:54

ZEHRA ŞENGALÎ / NÛJINHA / ŞENGAL

Geliyê Kersê di sînga çiyayê Şengalê de ye. Heta roja îro yek ji warê herî kevnar ê xweparastinê ye ji bo civaka me ya Êzidî. Geliyê Kersê deriyeke ji bo ketina çiyayê Şengalê, hinaseyeke ji bo bêhnvedanê. Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê ferman anîn ser civaka Êzîdî, bi hezaran mirovan gundên xwe berdan û di Geliyê Kersê re berê xwe dan çiyayê Şengalê. Di wê demê de Geliyê Kersê, ji bo her mirovek xwe ji fermanê rizgar kiribû dibe stargeha xwe parastinê. Di roja îro de jî Geliyê Kersê ji bo ciwan, jin û her ferdeke civaka Êzîdî bûye cihekî kombûna civakî û bêhngirtinê. Di destpêka Geliyê Kersê de baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan hatiye çêkirin. Xweşikbûna vê baxçeyê ji bo her kesê dibe cihê mereqê. Bi taybetî di demsala havînê de her roj bi sedan kes berê xwe didin baxçe. Hemû şahiyên gel di vê baxçeyê de çêdibin. Di her werza salê de baxçe xweşikbûna xwe bi awayekî cuda pêşkêşî mirovan dike. Dema ku sorbûna rojê, şînbûna esîman bi keskahiya vê baxçeyê re dibe yek mirov her dem dixwaze lê temaşe bike û bibe şahidê wan kêliyên giranbiha. Ev wêne di rojeke meha Kanûnê de ango di werzê zivistanê de hatine kişandin. Gava ew kêlî bi dîmen û wêneyan werin ziman êdî ya dibe para me, em wê zimanî bixwînin û xwe ji kêliyên xweşik bê par nehêlin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.