Meşa dirêj a ciwanên Kurd û înternasyonalîst îro di roja xwe ya dawî de ye û wê li Aachenê biçe serî. Doh tevî barana zêde jî ciwanan bi coş meşa xwe ji ber Gara Trênan a bajarê Neussê meşa xwe dewam kir.
Her sal bi awayekî ji rêûresmê meşa dirêj a ciwanên Kurd û înternasyonalîst tê lidarxistin. Meş îsal bi şîara “Dest Bi Dest-Mil Bi Mil; Werin Cenga Azadiyê” bi rê ve diçe.
Meş wê li Aachenê îro bi dawî bie. Bi sedan ciwan ji Elmanya, Fransa, Awusturya, Swêd, Holanda, Ingilîstan û Swîsreyê beşdar dibin. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger-TCŞ û Jinên Têkoşer-TêkoJINê pêk tê û ciwanên antîfaşîst û înternasyonalîst jî bi wan re ne.
Şemiyê saet 11´an ciwanan dest bi meşa xwe kir û pankart û dovîzên li ser wan nivîsandî, “Cenga Azadîye Geş Bike, “Avaşîn, Zap, Metîna Bijî Gerîla”, “Freedom for Ocalan” hilgirtin. Ciwanan t-shirtên li ser wan nivîsandî “Freedom for Ocalan” û “Werin Cenga Azadiyê” li xwe kir.
Di roja 5´an de ciwan doh ji ber gara trênê ya Neussê meşiyan. Meş îro li Aachenê bi dawî dibe. Ciwanan xwest Rêber Abdullah Ocalan fizîkî jî azad bibe.
Ji endamên TCŞ´ê Azad Zagros di roja 5´an a meşê de ji me re got, “Tevî provokasyon û astengiyan hemûyan jî meşa me wê bigihîje encama xwe xwe.”
Endama TÊKO-JIN´ê Bêrîvan Xelat jî got, “Em sibe (îro) fînala meşê dikin. Banga me li Kurd û înternasyonalîstan hemûyan e, tevlî nav refên me bibin da ku em têkoşîna xwe mezin bikin.”
NEUSS