Wêrek û dilsozê nirxên gelê xwe bû

Şemî 14 Hezîran 2025 - 03:50

  • HPG-NRÇ’ê nasnameya fermandar Delîl Temel ê li Qendîlê şehîd bû eşkere kir û got:“Bi fedakarî, jiyana xwe ya dilnizm, girêdanbûna xwe ya li nirxên gel û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû yek ji fermandarên ku di dîroka me de bû sembol.”

HPG’ê Fermandar Delîl Temel bi rêzdarî bi bîr anî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NÇR) derbarê fermandarê şehîd Delîl Temel de bi vî rengî ye:’’Fermandarê me yê milîtanê fedayî yê Apoyî û kedkar hevrê Delîl Temel roja 30’ê Tebaxa 2021’an di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Qendîlê de şehîd bû. Hevrêyê me Delîl ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û her erka xwe li gorî rêgezên milîtaniya Apoyî bê kêmanî pêk anî, tevahiya 29 salan têkoşîneke bê navber raber kir. Bi daneheva xwe ya îdeolojîk û rêxistinî, qabîliyetên xwe yên leşkerî û jiyana xwe ya dilnizm bû neferek mînak û fedayî ya xeta Apoyî. Bi fedakarî, jiyana xwe ya dilnizm, girêdanbûna xwe ya li nirxên gel û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû yek ji fermandarên ku di dîroka me de bû sembol. Em soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe Delîl ku bi danehev û tecrubeya xwe nirxên mezin li têkoşîna me ya azadiyê daye qezenckirin, mezin bikin, bîranînên wî jiyanî bikin û armancên wî bi ser bixin. Em bi vê bawerî û biryardariyê sersaxiyê ji malbata hêja yê hevrêyê me, gelê Botanê yê esîl û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

Xeta berxwedanê hertim bicîh anî

Hevrêyê me Delîl li navçeya Misircê ya Sêrtê ku welatparêzî û çanda Kurd a qedîm lê serwer e, jidayîk bû. Hevrê Delîl di sala 1992’an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîlayan bû û dest bi meşa xwe ya azadiyê kir. Tecrubeyên xwe yên ewil ên derbarê jiyana gerîla de li Zagrosan girt û bi alîkarî û morala ku ji hevrêyên xwe girt, karî ku hemû zehmetiyan derbas bike. Hevrêyê me yê ku di demeke ku pratîka şerê giran dihat jiyîn de gerîlatî kir, cihê xwe di erkên herî zehmet de girt. Bi tevlîbûna xwe ya xwezayî, sade û dirust baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Armanc kir ku ne tenê di xebatên pratîk de serkeftî be, di heman demê de di aliyê îdeolojîk de jî xwedî danehev be. Hevrêyê me yê ku di êrîşekî artêşa Tirk a dagirker de birîndar bû, birîndariya xwe tu car li ber domandina têkoşîna şoreşgerî nekir asteng. Piştî ku tedawiya xwe temam kir, bi ezîmekî mezin tevlî xebatan bû. Hevrêyê me yê ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebatê meşand û di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, bi asta pîroziyê nêzî hemû erkên xwe yên Partiyê bû. Hevrêyê me yê ku ji ber xebatekî xwe 3 sal û nîv di zîndanê de ma, pêvajoya xwe ya zindanê wekî firsnedê nirxand û xwe ji bo siberojên azad amade kir. Hevrêyê me yê ku gavek jî ji helwesta xwe ya bi rûmet û milîtaniya fedayî ya Apoyî paş de neavêt, li her derê ku lê bû pêwîstiyên xeta berxwedanê ya PKK’ê bi cih anî. Hevrêyê me yê ku piştî ku ji zindanê derket gihişt çiyayên azad, lêgerîna xwe ya azadiyê kûrtir kir. Hevrêyê me Delîl yê ku her tim ji  bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bi hevrêtiya xwe ya jidil û fedakariya xwe wekî hevrêyekî neyê jibîrkirin di dilê me de jiyan bike. Mirovê bedew, hevrêyê hêja û fermandarê pêşeng hevrê Delîk ku di tevahiya 29 salan de bû xwediyê meşa şoreşgerî û serkeftinên mezin di nava emrekî de bi cih kir, 30’ê Tebaxa 2021’an di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Qendîlê de şehîd bû. Em diyar dikin ku ala têkoşînê ku hevrêyê me Delîl yê ku meşa xwe ya azadiyê ku li Botanê da destpêkirin, li çar parçeyên Kurdistanê meşand û gihand lûtkeyê, dewrî me kiriye bi serkeftinê li ba bikin.”

Agahiyên li ser nasnmaya hevrêyê me Delîl Temel wiha ye:

Delîl Temel (Hatîp Ariturk), li Sêrtê jidayîk bûye, 30’ê Tebaxa 2021’an de li Qendîlê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.