Wêrek fedakar û kedkar bû

În 10 Mijdar 2023 - 00:05

HPG'ê gerîlayekî li Kato Marînosê di sala 2020'î de şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Erdal bi wêrekî, fedakarî û kedkariya xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate ragihandin ku Îlona 2020'î li herêma Kato Marînosê gerîla Erdal Tolhildan şehîd bû û sersaxî xwest û wiha got:"26’ê Îlona 2020’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Kato Marînosê de, teqez bû ku hevrêyê me Erdal Tolhildan şehîd bûye. Hevrêyê me Erdal zext û komkujiyên ku bi salan bi serê gelê me hatî, di dilê xwe de hîs kir; ji bo ku tola gelê me hilîne, bi bawerî û biryardariyeke xurt tevlî têkoşîna azadiyê bû. Ji roja destpêkê ya tevlî bû û heta kêliya ku şehîd bû, xwe fedayê têkoşînê kir. Bû yek ji mînakên herî baş a mîlîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Erdal ji bo ku ji têkoşîna azadiyê ya gelê me re bibe bersiv, li gelek deverên Kurdistanê bi lehengî şer kir; bi cesaret, fedakarî û kedkariya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Erdal, em ji hemû gelê welatparêz ê Elbak û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Erdal li navçeya Elbak a Wanê, di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Erdal bi kesayeta xwe ya têkoşer, sekna xwe ya dilnizm û zelalbûna di pîvanên xwe yên mîlîtaniyê de, li her devera ku lê ye bû parêzvanê jiyana Apoyî. Hevrêyê me 26’ê Îlonê di êrîşa dijmin a li ser Kato Marînosê de şehîd bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku bîranîna hevrêyê xwe Erdal di têkoşîna xwe de bidin jiyandin û em ê teqez xeyalên wî li Kurdistana azad pêk bînin."

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Erdal Tolhildan de, bi vî rengî ne:

Erdal Tolhildan (Mûrat Şakrak), li Wanê jidayîk bûye, 26’ê Îlona 2020’an li Kato Marînos şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.