Weqfa Winston Churchill pêşnavê serokwezîrê berê yê Brîtanyayê ji navê xwe derxist. Sir Winston Churchil îro jî di nava xelkê Ingilîstanê de ji yên herî navdar e. Weqfê piştî rexneyan got, wan navê weqfê besît kiriye, ji ber ku navê berê dirêj bû dikare bibe sedema tevlîheviyan.
Weqf tevneke ji 3 hezar û 800 kesan e û navê wê yê fermî “The Winston Churchill Memorial Trust” e. Bi navê serokwezîrê dema şer ê Ingilîstanê 1´ê Sibata 1965´an hatibû damezrandin. Weqfê da zanîn ku ewê navê xwe biguhere û bike, Churchill Fellowship.
Wê bi daxuyaniyekê gotibe, “Me xwest bi vê keyslêanînê navê xwe hêsan bikin, da ku ew nîşan bide ka em îro kî ne. Ji îro û pê ve em ê weke ‘the Churchill Fellowship’ bên zanîn.
Di rexneyan de dihat gotin, bi çavê îro li Churchil tê nihêrîn û weqf dixwaze xwe jê dûr bixe. Lê weqfê di daxuyaniya xwe de ev yek red kir û got, “The Churchill Fellowship piştî mirina Sir Winston, weke bibîranîneke neteweyî yaji bo serokatiya wî ya dema şer hat damezrandin. Em pê serbilind in ku wî em ji Naziyan parastin û em bi têkiliya xwe ya pê re jî serfiraz in. Neviyê wî Jeremy Soames serokê weqfa me ye.”
Armanc û nav li hev nakin
Lê di dewamê de mirov fêm dike ku mesele ji vê û wêde ye: “Armanca me eynî weke roja damezrandinê ye. Em derfetê didin her welatiyê Meliktiya Yekbûûyî - paşxana wan, perwerdeya wan û temenê wan çi dibe bila bibe - ku mijarên pratîkî li derve lêbikolin/bixwînin û tişta ku fêr bûne bi civaka xwe re yan jî bi hevpîşeyên xwe re li Meliktiya Yekbûyî li vir parve bikin. Sir Winston ev konsept erê kir û em îro li ser wê dewam dikin.”
Li gorî weqfê, xelkê gava navê Winston Churchil dibihîstin, nekarin li armancên weqfê bifikirin û tevlîhevî çêdibû.
Destek dida bikaranîna jehrê li dijî Kurdan
Axir divê mirov lê mikur bê ku rexneyên dijwar li Sir Winston Churchil di warê nijadperestiyê û destekkirina bikaranîna sîlehên kîmyewî de.
Di salên 1990´î de gelek lêkolînan îsbat kir ku ew beramberî Hindistaniyan û mirovên reş nijadperest bûye.
Wekî din Churchil sala 1919´an de di bibîranîneke şer de eşkere alîkariya xwe ya ji bo bikaranîna gazên kîmyewî li dijî Kurdan û Efxanan îfade dike: “Ez fêm nakim di biwara bikaranîna gazê de çima evqas dilnazikî heye. ... Ez bi xurtî pê re me gazên jehrî li dijî qebîleyên nemedenî werin bikaranîn.”
Ew li vir weke qebîleyên nemedenî behsa Efxan û Kurdan dike.
Yanî esas xwe xilaskirina ji navê Winston ji bo weqfê li xêrê ye.
LONDON