Weqfa Jina Azad lez da xebatên xwe
Duşem 30 Kanûn 2024 - 02:25
Ji Weqfa Jina Azad a Sûriyê Verjîn Mihemmed ku xebatên xwe didomîne û toreke hevgirtinê bi jinên Helebê re ava dike li ser xebatên xwe axivî. Verjîn Mihemmed da zanîn ku jin eleqeyeke baş nîşanî weqfê didin û wê xebatên wan ên ji bo jinan jî dewam bikin. Piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, bi hezaran şêniyên Şehba û Til Rifetê koçî herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser kirin. Beşek ji wan çûn bajarê Helebê. Xebatên ji bo piştgirîkirina koçberên ji cihê xwe bûne û peydakirina hewcedariyên wan berdewam dikin. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ku di sala 2014'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, li ser daxwazên gel û jinan li bajarên cuda yên Sûriyeyê şaxên xwe vekirin. Weqfê ku di Gulana borî de şaxa xwe ya Helebê vekir, perwerdeya ziman, tenduristî û perwerdeya pîşeyî pêşkêş kir û her wiha ji bo bicihanîna pêdiviyên koçberan kampanyayên alîkariyê pêşkêş kir.
Ji Weqfa Jina Azad a Sûriyê Verjîn Mihemmed ku xebatên xwe didomîne û toreke hevgirtinê bi jinên Helebê re ava dike li ser xebatên xwe axivî. Verjîn Mihemmed da zanîn ku eleqeya jinên Helebê di demeke kin de ji bo weqfê zêde bûye û destnîşan kir ku ew hewl didin xwe bigihînin hemû jinên Helebê.
Eleqeya mezin a jinan a ji bo weqfê
Verjîn Mihemmed diyar kir ku Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ji bo jinên Sûriyeyê pêwîstiyeke mezin e û wiha got: “Bi rastî ez difikirim ku divê li her bajarê Sûriyeyê weqfeke jinan bê vekirin. Ji ber ku li vir jin xwe dibînin, xwe birêve dibin, fêrî pîşeyekê dibin û dibin pispor. Dema weqf li bajarê Helebê hat vekirin, hêviyek mezin hebû û ez dikarim bibêjim ku bi rastî jî pêwîstiyek bû. Hemşîretî, tenduristiya jinan, di warê tenduristiyê de alîkariya yekem. Di gelek waran de qursên me yên bedewî û lênêrînê, kurdî, erebî û ger hewce bike zimanên biyanî, kompîtur û terzîtî hene.” Verjîn Mihemmed destnîşan kir ku eleqeyek mezin a jinan ji bo weqfê heye.
Deriyê weqfê ji hemû jinan re vekiriye
Verjîn Mihemmed, anî ziman ku deriyên Weqfê ji hemû jinên Helebê re vekirî ye û got, “Em weke jinên li Helebê, helbet ji êrîşên li ser Sûriye û Rojava bandor bûne. Em bi hev re li ber xwe didin û têdikoşin. Bi rastî em dixwazin jinên Helebê yên ji taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê ku berxwedana jinan xwe îspat kiriye hembêz bikin. Em dixwazin zêdetir jinan bigihînin hev û pirsgirêkên wan çareser bikin. Ji pirsgirêkên aborî û pîşeyî heta pirsgirêkên rêxistinî em li cem jinan in.”
Verjîn Mihemmed da zanîn ku jin tevna jiyanê ye û got, "Jin jiyan e, ya ku jiyanê kom dike, ya ku civakê dike civak e. Ez dixwazim diyar bikim ku em jî weke hemû jinan em ê dest bidin hev û li dijî êrişan em ê li ber xwe bidin."
Hemleya alîkariyê dan destpêkirin
Verjîn Mihemmed da zanîn ku ji bo jin û zarokên ku di dema êrîşa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Şehbayê de koçî bajar kirine, hemleya alîkariyê ya ku bi jinên Helebê re dane destpêkirin. Verjîn Mihemmed got ku kampanya alîkariyê her roj mezintir dibe û wan lez dane xebatên belavkirina alîkariyan. Di dema xebatên belavkirina alîkariyan a bi Kongra Star û pêkhateyên wê dimeşe de piştevaniya jinan dilê mirovan germ dike, ji piştevaniyê kêfxweşiya malbatên ku ji cihê xwe bûne jî balê dikşîne.
NÛJINHA-HELEB