Wêneyên bi telefona destan

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Tebax 2021 - 03:26

  • Pêşbirka IPPAWARDS her sal “Wênegirê Herî Serkeftî” hildibijêre lê li gel vê yekê gelek beşên din jî hene. Mirov li gor mijara wêneyên xwe kategoriya xwe hildibijêrin û tevlî pêşbirkê dibin.

Hin huner hene rasterast bi teknolojiyê ve girêdayî ne, teknolojî her pêş dikeve, amûrên ji bo wê hunerê jî pê re pêş dikevin û xwe nû dikin. Berê makîneyên giran û mezin hebûn ji bo wenegirtinê lê bi pêşketina teknolojiyê ev makîne roj bi roj piçûktir bûn. Niha bi saya telefonan di berîka her kesekî de kamerayek heye û gelek kes bi van kamerayên telefonan dikarin wêneyên pirr baş bigirin. Berê girtina wêneyekî bi saetan dirêj dikir û her mirov nikaribû zû bi zû wênegirekê bi dest bixe lê îro roj ev kar pirr hêsan bûye. Heta bi hin telefonan film jî tên çêkirin. Qelîteya kamerayên hin telefonan pirr serkeftî hatine sêwirandin. Ev yek jî rê dide ku bi derfetên piçûk afirînerîyên balkêş derkevin holê.

IPPAWARDS 14 sal e tê lidarxistin

IPPAWARDS (Pêşbirka Wêneyên Iphonê) ji bo karibe hêz û potansiyela kemarayên xwe yên li ser telefonan bibîne ev 14 sal e pêşbirka wêneyan li dar dixe. Ew bi vê pêşbirkê wênegirên afirîner kifş dike. Wênegirên ku tenê telefonek di destên wan de heye. Her sal bi hezaran kes bi wêneyên xwe yên ku ew bi kameraya telefona “Iphon” girtine tevlî pêşbirkê dibin. Kesên tevlî pêşbirkê dibin bi filtre û lensên li ser kamerayê wêneyên xwe digirin û ji bilî wêneyên ku bi kameraya telefonê hatine girtin wêneyên din nikarin bişînin pêşbirkê. Ji bo sala 2021’an jî ji hemû hêlên dinyayê, bi hezaran kes dîsa bi wêneyên xwe serî li pêşbirka “IPPAWARDS”ê da. Encama pêşbirka 2021’an hat eşkere kirin û wêneyên herî baş xelat wergirtin.

Li gor rewşa pandemiyê îsal di pêşbirkê de mijarên wek keser û tenêtiyê bêhtir derketin pêş. Lê elbet li gel keser û tenêtiyê, bedewî, hêvî û ruhê mirovan yê berxwedêr jî di wêneyên hatin girtin de xuya bûn.

Ji bo serlêdanê gelek kategorî hene

Pêşbirk her sal “Wênegirê Herî Serkeftî” hildibijêre lê li gel vê yekê gelek beşên din jî hene û mirov li gor mijara wêneyên xwe kategoriya xwe hildibijêrin û tevlî pêşbirkê dibin. Hin kategoriyên ku di pêşbirkê de hene wiha ne; Razberî, Reş û Spî, Mîmarî, Zarok, Jiyana Bajêr, Hawirdor, Menzere, Şêweyên Jiyanê, Panaroma, Mirov, Portre, Naturmort, Geşt û Girtina Rojê. Di her kategoriyê de yekemîn, duyemîn û sêyemîn hildibijêrin û wek nîşaneye serkeftina wan madalyayek zêrîn didin kesên ketine dereceyê. Her wiha wêneyên ku serkeftî tên dîtin li ser malpera “IPPAWARDS” tên weşandin.

Wêneyê salê ‘Şivanên Transîlvanya’

Îsal xelata herî mezin wênegirê Macarî Istvan Kerekes bi wêneyê xwe yê bi navê “Şivanên Transîlvanya” girt û ev wêneyê wî bû “Wêneyê Salê”. Di wêneyê Istvan Kerekes de du şivan hene. Li ser milê her yek şivanî jî berxikek heye. Diyar ew van berxikan dibin ciyekî. Li Romanya zivistaneke sar û berf li erdê ye. IPPAWARD wêneyê “Şivanên Transîlvanya” wiha şîrove dike; “Cesareta mirovan û qesweta hawirdorê, hêvî û bêgunehiya berxikan û li pişt mirovan febrîqeyeke di nav mijê de tev bi hevre tevgerek ango nakokiyekê ava dikin.”

Reş û Spî, hesp û aramî

Di beşa “Reş û Spî” de jî wênegirê Hindî Sharan Shetty bi wêneyê xwe yê bi navê “Bonding” bû yekemîn. Di wêne de hespek û xwediyê hesp heye. Mirov ji bajêr dûr ketiye û bi hespê xwe re li deşteke bêdeng disekine. Ew û hespê xwe serî dane hev û pirr aram in. Ev aramiya wan nîşan dide ku di navbera wan de dostaniyek baş heye.

Astronotek li deştê

Wêneyê wênegirê Çînî Dan Liu yê bi navê “A walk on Mars” (Meşa li Marsê) jî xelata duyemîn wergirt. Di wêneyê Liu de jî mirovekî ku li deştê bi tena serê xwe ye heye. Ev mirov cilên astronotan li xwe kiriye û çawa li Marsê be hatiye nîşandan. Her wiha palên piçûk yên zer û sor paşxaneyek baş afirandiye ji bo wêne û wêne bi qîmettir dike.

Herî dawî wênegirê Emerîkayî Jeff Rayner jî bi wêneyê xwe yê bi navê “Side-Walking on Air” (Rêveçûna bi kêlekî) bû sêyemîn. Di wêneyê reş û spî de keçikek piçûk heye û di nav ronahî û siyê de bi kêlekî bi rêve diçe. Keçik dixwaze xwe bavêje ser peyarê û di vê kêliyê de wêne hatiye girtin. Mirov dibêje qey keçik ferîştaheke piçûk e û difire.

Hemû dinya wêneyên wan dibîne

IPPAWARDS, heya niha rê li ber gelek wênegiran vekiriye û kiriye ku ew bi karên xwe werin naskirin. Ji sala 2007’an heya îro wênegirên ku di vê pêşbirkê de xelat girtin li dinyayê jî hatin naskirin û çapemeniyên dinyayê li wêneyên wan xwedî derketin û ew weşandin. Di nav van weşanan de, Washington Post, Fortune, Wall Street Journal, Newsweek, Time û Mashable jî hene.

IPPAWARDS, dixwaze bi vê pêşbirkê derfetê bide wênegirên amator jî da ku karibin di vê qadê de xwe nîşan bidin û karên xwe bi mirovan re parve bikin.

 NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.