Eskerên dewleta Tirk a qirker û înkarker, li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Osman Şiban (50) ê bavê 8 zarokan û Servet Turgut (55) bavê 7 zarokan li navçeya Çatax a Wanê di dema tevgera dagirkeriyê de kirin binçavan û êşkenceyeke nedîtî li wan kir. Paşê ew ji helîkopterên avêtin xwarê. Piştî êşkenceya 2 rojan ew nîvmirî birin nexweşxaneyê. Servet Turgut li ber ruh dide û Osman Şiban rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe, lê ew jî xwe ji bîra dike. Dîsa ji ber êşkenceya lê hatiye kirin bi ser xwe ve nayê û nikare bîne ziman ka çi bi sera de hatiye.
Eskerên dewleta Tirk a dagirker 11ʼê Îlonê Şiban û Turgut birin li nexweşxaneyê nîvmirî danîn û di rapora xwe de gotin, ev her du kes ji cihekî bilind ketine. Herweha di raporê de hat gotin xwîn ji nava Şiban tê.
Parlementerê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç jî xwe spart şahidên bûyerê û got, her du kes ji helîkopterê hatine avêtin.
Servet Turgut û Osman Şiban dema li nava erdê xwe dixebitîn, eskerên li bejahiyê di nava tevgera dagirkeriyê de bûn, ew girtibûn li helîkopterê suwar kiribûn û 2 rojan hay ji wan tinebû.

MA/WAN