Wêneyê dagirkerî û dijdagirkeriyê
Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:25
Di hilbijartina xwecih a 31’ê Adarê de 2 wêneyan mohra xwe li rojevê dan. Herdu wêne jî ji Şernexê hatin. Wêneyek jê wêneyê dagirkeriya aşkere ya li dijî vîna gelê Kurd a li Şernexê bû, ku di wêne de bi sedan polîs û leşkerên bi kincên sivîl li pey hev rêzkirî ne, li benda dengdanê de ne.
Hemû polîs û leşkerên dagirker ji bajarên Tirkiyê anîne Şernexê, da ku darbeyê li vîna gel bikin û şaredariyê desteser bikin.
Wêneyê dî jî yê kalemerekî Kurd ê Şernexî ye, ku li dijî vî vê dagirkeriya aşkere tiliya xwe rakiriye û dibêje,’’Qonuş, sen nerelisin?’’ Bi vê pirsa xwe dagirkeriyê destnîşan dike û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê datîne holê.
Wêneyê leşker-polîsên rêzkirî çawa sembola dagirkeriyê be, wêneyê kalemerê Şernexî jî dibe sembola dijdagirkeriyê û li nav raya giştî ya Kurd berbelav dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN