Welatiyekî din li Efrînê qetil kirin
Çarşem 2 Sibat 2022 - 22:33
- Welatiyekî ji navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, li girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di encama êşkenceyên giran de, jiyana xwe ji dest da.
Welatiyekî ji navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, li girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di encama êşkenceyên giran de, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyekî ji kantona Efrînê, Rêzan Xelîl ê ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê, di encama êşkenceya giran a di girtîgeha çeteyên dewleta Tirk de, jiyana xwe ji dest daye.
Heman çavkaniyê diyar kir ku Rêzan Xelîl beriya hefteyekê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin, piştre di berdêla pereyan de serbest hat berdan.
Di encama êşkenceyên giran de ku li girtîgeha çeteyan de lê bûye, wî jiyana xwe ji dest daye.
ANHA/ŞEHBA