Welatiyek şehîd kirin
Çarşem 11 Gulan 2022 - 21:15
- Di êrişa balafira bê mirov a bi çek a dagirkeriya Tirk a li dijî başûrê bajarê Kobanê de, welatiyê bi navê Ekrem Ustek şehîd bû.
Di êrişa balafira bê mirov a bi çek a dagirkeriya Tirk a li dijî başûrê bajarê Kobanê de, welatiyê bi navê Ekrem Ustek şehîd bû.
Doh danê sibehê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker, başûrê bajarê Kobanê û navenda bajêr kiribû hedef. Di êrişê de Ekrem Ustek ê ji Bakurê Kurdistanê şehîd bû. Ekrem Ustek sala 2014`an di dema êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî Kobanê de bersiva banga seferberiyê dabû û berê xwe dabû Rojava.
Ekrem Ustek 50 salî bû, zewicî bû û bavê zarokan bû. Wî pirraniya jiyana xwe di xizmeta doza Kurdî û tevgera rizgariya Kurdistanê de bihurand.
Ekrem Ustek di salên 1990`î de 10 salan di hepsa dewleta Tirk a dagirker de ma. Her wiha lawekî wî di hepsa dewleta Tirk de tê ragirtin.
Cenazeyê Ekrem Ustek îro bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle saet 14:00`an tê veşartin.
ANHA/KOBANÊ