Şaredariya Rendeyê ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin ê Cosenzayê li Îtalyayê, welatîbûna rûmetê da Rêber Abdullah Ocalan. Meclîsa Şaredariyê ya Rendeyê ev welatîbûna rûmetê bi yekdengî qebûl kir.
Şaredarê Rendeyê, Marcello Manna di meclîsa şaredariyê de peyivî û got, wî jî di dengdana ji bo welatîbûna rûmetê ya Ocalan de dengê erê daye û wiha peyivî: “Bi vê biryarê me xwest girîngiya em bi mafê mirovan didin, nîşan bidin.” Manna got, Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd têdikoşe, wiha dewam kir: “Konfederalîzma Demokratîk a ku Ocalan pêşniyaz dike, modeleke alternatîf a civakî ye ku xwe disipêre wekhevî û qebûla pirrengîbûna etnîk, dînî, çandî û cinsî.”
Rola Ocalan kilît e
Endama komîteya çandê ya Meclîsa Şaredariyê, Marta Petrusewicz jî bi bîr xist ku Buroya Aştiyê ya Navneteweyî (IPB Italia) ku ji rêxistinên herî bicihbûyî yên mafê mirovan e li Îtalyayê, sala 2016’an xelata aştiyê daye Ocalan û got, “Ne tesaduf e ku Ocalan ev xelat girtin. Di pêvajoya aştiyê ya li Rojhilata Navîn de rola Ocalan kilît e. Ew sembola têkoşîna azadiyê ya miletê Kurd e. Ev bêhtirî 22 salan e ku li Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin. Mafên wî yên insanî tên binpêkirin. Timî tehlûke li ser jiyana wî heye î nahêlin malbata xwe bibîne. Nabe ku ev bê qebûlkirin.”
Çend şaredariyan Ocalan kir welatî?
Li Îtalyayê heta niha gelek şaredariyan Rêber Abdullah Ocalan kiriye welatiyê xwe yê rûmetê. Di nava van şaredariyan de yên Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi û Fossalto jî hene.
NAVENDA NÛÇEYAN